13:41 21 Hezîran 2018
Meral Akşener

‘Akşener partiyeke bi navê ‘Partiya Tirkiye ya Netewperest' ava dike

© AFP 2018 / BULENT KILIC
Tirkiye
Lînkê kurt
0 11

Hat îdîakirin ku Meral Akşenera ku yek ji muxalifên MHPeyî ye bi navê ‘Partiya Tirkiye ya Netewperest' partiyeke nû ava dike.

Piştî ku encamên referandumê eşkere bûn îstîfayên partiya MHPê jî her diçe zêde dibin û îdîayên ku Meral Akşener wê partiyeke nû ava bike dîsa kete rojeva Tirkiyeyê.

Li gorî nûçeya Umut Erdemê rojnameya Hurriyetê ku ji kulîsan wergirtiye, muxalifên MHPeyî ji bo partiya bi navê ‘Partiya Tirkiye ya Netewperest' ava bikin hevdîtinan dikin.

Piştî eşkerebûna encamên referandumê, li gorî kulîsan Meral Akşener ji şêwirmendên siyasî heta ekonomîstan û ji berhemdêrên projeyan hetanî stratejîstan qadroyeke nû ava dike. Li gorî zanyariyan ev kes wê bi serokatiya Akşener di bin navê ‘Partiya Tirkiye ya Netewperest' de wê werîn cem hev û bi navê vê partiyê dê beşdarî hilbijartinan bibin.

Bi heman mijarî:

Ji Meral Akşener daxuyaniya partiyeke nû
Meral Akşener ji MHPê hate avêtin
Ji MHPê daxwaza derkirina Meral Akşener
Parêzerê Meral Akşener ji doza FETO hat girtin
Akşener, dest bi xebata partiya nû kir
Etîketan:
Partiya Tirkiye ya Netewperest (MTP), MHP, Muxalifên MHPeyî, Meral Akşener, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de