04:51 22 Hezîran 2018
Recep Tayyip Erdogan

Erdogan: Em ê referandûmekê ji bo îdamê jî çêkin

© REUTERS / Murat Cetinmuhurdar/Presidential Palace
Tirkiye
Lînkê kurt
0 20

Piştî derketina encamên nefermî yên referandûmê, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li ber koşka Huber ji welatiyan re axivî.

Di dema axiftina Erdoganî de, dengê daxwaza" îdam"ê ji nav cemawerên li wê derê bilind bû. Erdoganî jî got, dê vê mijarê bi hikûmet û dijberiyê re gotûbêj bike.

Erdoganî derbarê vê mijarê de wiha got: Ez ê di cih de vê mijarê bi Serokwezîrê birêz(Binali Yildirim) û birêz(Serokê Giştî yê MHP Devlet) Bahçeli re biaxivin. Ez ê bibêjim, 'li meydanan her ev hat pêşberî min'.  Jixwe birêz Bahçeli gotibû 'ez ê piştgiriyê bidim', birêz Yildirim jî bi heman awayî… Lê (Serokê Giştî yê CHPê Kemal) Kiliçdaroglu gotibû, 'ez ê piştgiriyê bidim. Eger bi rastî piştgiriyê bide û were pêşberî min, ez ê pesend bikim. Ha eger neke…Wê çaxê, em ê çi bikin? Em ê referandûmekê ji bo wê jî çêkin."

Bi heman mijarî:

Parlementerê CHPê Erol: Erdogan bi rêya şêwirmendan peyama 'eyaletê' da kurda
Şêwirmendê Erdogan: Divê sîstema eyaletan were anîn
Erdogan: ‘Eyalet e, federasyon e, nizanim çi ye ev ne di rojeva me de ne'
Timesê behsa têkiliya Recep Tayyip Erdogan û Lindsay Lohanê kir
Bahçelî: Heke Erdogan ji bo sîstema eyaletan dengê xwe neke...
Erdogan: Em ê nehêlin, YPG û PYD dewletekê ava bikin
Etîketan:
Devlet Bahçeli, Binali Yildirim, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de