06:36 19 Tebax 2017
Zindî
    Encama referandûmê

    Di bin siya çekan de referandûma Tirkiyeyê

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 1902

    Referandûma Destûra Tirkiyeyê li bajarê kurdan îro di saet 07:00an de dest pê kir û saet 16:00an bi dawî bû.

    Dengdana referandûmê ya ku li bajarên di saet 07:00an de dest pê kiribû, di saet 16:00an de bi dawî bû.

    Li gorî agahiyên di medyayê Tirkiyeyê de cih digirin, gelek binpêkirin pêk hatine û li Amedê pevçûnek derketibû ku di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dabû.

    Herwiha hat îdîakirin ku li gelek deveran polîs, leşker û cerdevan bi çekên xwe derbas bûne û deng dane li gel ku ew tişt qedexe ye.

    WAN

    Li taxa Hoşapê ya navçeya Payîzavayê ya Wanê, hat îdîakirin ku polîs, leşker û cerdevan bi çekan derbas bûne û peywirdarên sindoqan tehdîd kirin.

    Herwiha li navçeya Qereqelî jî, fermandarê emniyetê peywirdarekî HDPê derxist derveyî dibistana 3 Nisanê.

    RUHA

    Li naçveya Serê Kaniyê, polîsan destûr neda çavdêrên HDPê ku biçin ser sindoqan û du peywirdarên sindoqan ên HDPê lêxistin xwarin ji ber li dijî daxwaza muxtarî derketin ku dengî bi awayekî eşkere bi kar bînin.

    Li Sêwergê li gundê Çigirikê bi zora çekan deng bi awayekjî vekirî hatin dayîn.

    AMED

    Berpirsyarên dibistanê M. Akif Ersoy ya HDPê bi navê Haygul Aktaş û Rojin Şeker hatin desteserkirin.

    Li Baglara Amedê li lîseya IBB Kiptaş Meslek Tercihê, polîsan berprisyar û peywirdarên sindoqan derxistin derve.

     

    Bi heman mijarî:

    Hereketa Azadî: Em ji pergala Destûra Bingehîn a yekperestî re dibêjin 'Na'
    Walîtiya Amedê bi fermî destûra pîrozbahiyên Newrozê da
    Trump destûra 'lêdana bê pesendkirin' da Pentagonê
    Serokê Şaredariya Rotterdamê: "Destûra gule berdanê hatibû dayîn"
    Qanûna guhertina destûra Tirkiyê di rojnameya fermî de weşiya
    Etîketan:
    Wan, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de