02:12 21 Tebax 2017
Zindî
    Tirkiye - hewldana derbeya leşkerî - derbe

    Li Tirkiyê tenê 3 rojên OHALê man

    © AP Photo/ Emrah Gurel
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 2320

    Rêveberiya Rewşa Awarte (OHAL) ku piştî hewildana darbeya 15ê Tîrmehê li Tirkiyê hatibû ragihandin ket meha xwe ya 9an.

    OHAL cara seyîmin ji bo 3 mehan hatibû dirêjkirin ku piştî 3 rojan anku 19ê Nîsanê maweya wê dawî dibe.

    Tê gotin, dê piştî eşkerebûna encamên referandûmê yek ji mijara sereke ya hikûmeta Tirkiyê ji nû ve dirêjkirina maweya OHALê ye.

    Biryara dirêjkirina OHALê hîn nediyar e, lê li gor encamên referandûmê îhtimal heye hikûmeta Tirkiyê bi hinceta ‘metirsiyên terorê û berdewama paqijkirina FETOyê ji nav dewletê' dîsa OHALê dirêj bike.

    HETA NIHA BI OHALÊ ÇI HAT KIRIN?

    Heta niha di heyama OHALê ya 9 mehan de, 113 hezar 260 kes hatin binçavkirin û 47 hezar û 155 kes jî hatin giritn. Bi biryarnameyên hikmê qanûnê (KHK) jî bêhtirî 120 hezar karmendên dewletê ji karê xwe hatin dûrxisin. Herwiha li 83 bajar û navçeyan qeyûm hatin tayînkirin 157 dezgehên medyayê hatin girtin û nêzî 850 kompanîyên taybet jî ketin jêr kontrola dewletê.

    Bi heman mijarî:

    Balafirên Rûsyayê li cîhadîstan xist
    Pisûlayên dengan bi helîkopteran birin hin navendên bajarên kurdan
    Li Wanê 17 kes bi tohmeta êrîşa rêveberên AK Partiyê hatin binçavkirin
    Dengdana referandûma Tirkiyê birêve diçe
    Li Hewlêrê 80 kes ji ber xwarinê jehrî bûn
    Serokê AKPê ya navçeya Bêgir a Wanê rastî êrîşa çekdarî hat
    Gotina 'sar û serma ye, derpiyê pîrê qetiyaye' bû 'peyama rêxistinê'
    Etîketan:
    Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de