21:33 19 Tebax 2017
Zindî
    Referandûma 16ê Nîsanê li Tirkiyê - Dengdan

    Li bajarên kurdan îdia û agahiyên xapandinên dengdanê

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 14222

    Li bajarên kurdan xapandinên dengdayînê derdikevin holê û ev yek dibe sedema alozîyan. Li gundê Rihayê dimenên dengdayîna komî ya ji bo “Erê” derket holê. Herwiha ji navçeya Midyadê ya Mêrdînê û Çermika Amedê jî agahiyên li ser sextekariyên dengdanê tên.

    Sertaç Kayar

    Dengdana referandûma 16ê Nîsanê ya guhertina destûra Tirkiyê pêşî li 32 bajarên kurdan ên ku dikevin rojhilatê Tirkiyê berdewam dike.

    Li hinek bajaran bi sedema xapandina dengdayinê alozî derdikeve. Li gundê Eyubiye yê Rihayê dimênên dengdayîna komî ya ji bo "Erê" derket holê.

    Di dimenan de kesek ku nasnameya wî ne diyare bi carekê mohrê li "Erê" dixe.

    ​Li navçeya gundê Sarikoy a Midyatê jî aşkare deng tê dayîn. Li gor hin zanyariyên tên, li gundên Şirnexê jî hinek keya û cerdewanan ji bo "Erê" bi komî deng dane.

    Li gor agahiyên ku hin hemwelatî didin, li navçeya Çermik a Amedê jî keya û leşker destûr nadin ku welatî deng bidin.

    Tê gotin ku ji wan îmzeya ku deng bikar anîne digirin û piştre wan dişînin mal.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Îdiaya ku li Rihayê dengên 'erê' bi tomerî hatin mohrkirin
    Li Amedê pevçûn: 3 kes mirin
    3 kolberên Kurd li ser xaka Herêma Kurdistanê hatin kuştin
    Li Amedê û bajarên Kurdan dengdana referanadûmê birêve diçe
    Balafirên Rûsyayê li cîhadîstan xist
    Li Wanê 17 kes bi tohmeta êrîşa rêveberên AK Partiyê hatin binçavkirin
    Pisûlayên dengan bi helîkopteran birin hin navendên bajarên kurdan
    Dengdana referandûma Tirkiyê birêve diçe
    Serokê AKPê ya navçeya Bêgir a Wanê rastî êrîşa çekdarî hat
    Etîketan:
    Referandum, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de