10:59 20 Tebax 2017
Zindî

    Li Amedê û bajarên Kurdan dengdana referanadûmê birêve diçe

    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 60 0 0

    Dengdana têkîldarî referanduma guhertina qanûna bingehîn a ji 18 madeyan pêk tê li bajarên kurdan saet di 07.00'an de dest pê kir. Bi giştî eleqeyeke zêde li bajarên kurdan ji dengdanê re tê nîşandan.

    Sertaç Kayar / Amed

    Li bajarên kurdan ên wekî Semsûr, Agirî, Dersim, Riha, Wan, Çewlîk, Bedlîs, Amed, Xarpêt, Erzîngan, Dîlok, Êlih, Şirnex, Erdexan, Îdir û Kîlîs jî di nav de, li 32 bajaran dengdan li demjimêr 07.00an dest pê kir. Li van bajaran dengdan dê saet di 16.00'an de bi dawî bibe.

    Li Amedê jî welatiyan dengê xwe bikar anî. Li gorî salên çûyî heta vê seatê dengdayîn gelek asayî derbas dibe. Li gundên Amedê jî dengdayîn bi rengên kurdewarî pêk hat.

    BÊHTIRÎ 200 HEZAR DENGDÊR JI BAJARÊN HATIN ANÎN

    Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) jî gelek amadehîyen cuda pek tîne ku kesên li Sur a navçeya Amedê, navenda Şirnex, Nisebîna navçeya Merdînê, Gevera navçeya Colemergê û bajarên din yên ku ji bo şer û pevçûnan ji nav hatin birin, roja dendanê ji alîyen partîyên sîyasî ve eger bivên ve ji wan re erebeyan terxan dikin daku bikaribin biçin bajarên xwe deng bidin. Li Gor agahîyan hejmara wan kesan ji 200 hezaran zedetir e.

    Li bajarên kurdan dengdayîn heta seat 16.00an dê berdewam bike.

    Etîketan:
    Referandûm, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de