03:36 21 Tebax 2017
Zindî
    Helîkopter

    Pisûlayên dengan bi helîkopteran birin hin navendên bajarên kurdan

    © Foto: RT Twitter
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 3301

    Hat ragihandin ku turikên pisûlayên dengdana hilbijartina referandûmê bi nezareta leşkerî di helîkopteran de bo navçeyên bajarê Amedê hatin veguhestin. Herwiha li bajarên Dersîm, Sêrt û Bedlîsê jî bi helîkopteran turikên pisûleyan birin hin navendên dengdanê.

    Helîkopterên ku karmendên hilbijartinê jî di nav de amade bûn ji Amedê rabûn û li hin gundewarên navçeyên Licê, Dicle û Hêne turikên pisûlayên dendgan bi nezareta leşkerî gihandin cihên dengdanê.

    Li gor zanyariyan dê 89 karmendên hilbijartinê ku bi helîkopteran çûne cihên dengdanê piştî dengdanê dîsa bi helîkopteran ji wan navendên hilbijartinan vegerin.

    Dîsa li bajarên Dersîm, Bêdlîs û Sêrtê jî bi hinceta ewlekariyê pisûlayên dengan bi helîkopteran birin hin navendên dengdanê.

    Bi heman mijarî:

    Dengdana referandûma Tirkiyê birêve diçe
    Serokê AKPê ya navçeya Bêgir a Wanê rastî êrîşa çekdarî hat
    Li Hewlêrê 80 kes ji ber xwarinê jehrî bûn
    Gotina 'sar û serma ye, derpiyê pîrê qetiyaye' bû 'peyama rêxistinê'
    Wezîrê Tirk: Meseleyeke bi navê meseleya kurd tune ye
    NYT ji Trump re got: Berde bila DAIŞ bibe bela serê Rûsya û Îranê
    Waliyê Agiriyê: Em neviyên Ehmedê Xanî ne
    Etîketan:
    Referandûm, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de