00:31 27 Gulan 2018
Referandum

Li gorî anketa Adil Gur di referandûmê de 'Erê' di pêş de ye

© AP Photo / Giannis Papanikos
Tirkiye
Lînkê kurt
0 20

Xwediyê Şirketa Lêkolînan A&Gê Adil Gur berî du rojan ji referandûmê daneyên rapirsîna xwe eşkere kirin.

Li gorî daneyên anketa ku rûbirû bi 6 hezar û 48 kesên ku temenê wan ji 18an mezintire li 47 bajêr û 252 tax û gund ên li giştiyê Tirkiyeyê hat kirin; sedî 96.1ê ku deng dabûn AKPê û sedî 93.1 ku deng dabûn CHPê dê biçin ser sindoqê û dengên xwe bikar bînin. Beşdarbûna giştî niha sedî 90î boriye.

‘DI REFERANDÛMÊ DE DÊ ERÊ DERKEVE'

Dema rêjeya sedî 13.0 ku dibêjin em naçin sindoqê, an jî ezê denge xwe vala bikar bînim û yên dibêjin ez bêbiryarim hetin belavkirin sedî 60.8 dengê erê, sedî 39.2 jî denge ‘NA' hat dîtin.

Li gorî ankete sedî 61ê gel difikirin ku dengê erê bo Tirkiyeyê baştir e. Sedî 57ê gel jî rewşa siyasî û aborî baş dibînin.

Bi heman mijarî:

Nexşeya Kurdistanê di pirtûkên Rojava de çawa ye?
Li Wanê teqîn: 2 mirî
Serokê MHPê Bahçeli biyara xwe ya dawî eşkere kir
Erdogan: ‘Eyalet e, federasyon e, nizanim çi ye ev ne di rojeva me de ne'
Şaredarê AKPyî: Ê ku dengê "NA" bide dê ji îş bê derxistin
Baydemir: Wek Vansporê gol biavêjin
Etîketan:
erê, deng, anket, Adil Gur, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de