00:17 27 Gulan 2018
Devlet Bahçeli

Serokê MHPê Bahçeli biyara xwe ya dawî eşkere kir

© AFP 2018 / ADEM ALTAN
Tirkiye
Lînkê kurt
0 11

Gengeşiya ‘erê' û ‘na' ya di navbera MHP û AKPê a ku duh dest pê kir, îro bi dawî bû û MHPê beriya referandumê bi 2 roj an biryara xwe ya dawî eşkere kir.

Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Netewperwer a (MHP) a Tirkiyê Devlet Bahçeli ku ji bo referandûma 16ê Nîsanê digel AKPê piştgiriyê dide kampanyaya ‘erê', daxuyaniyên Şêwirmendê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ên li ser ‘anîna sîstema eyaletan' bi tundî rexne kir.

Bahçeli di hevpeyvîna NTVyê de, li ser pêşniyara Şêwirmendê Serokomar a sîstema eyaletan got: ‘Şêwirmendê wî dibêje sîstema eyaletan. Heke Erdogan li hember vê pêşniyariyê dengê xwe neke, dê MHPyîyên ku li dijî sîstema eyaletan e û dewleta unîter diparêzin di nav 2 rojan de çi bifikirin?'

Ev daxuyaniya Bahçeli li ser medyaya civakî bû sedema gengeşiyan lewra ev daxuyaniya wî weke ku wê ji referandûmê re bêje ‘na' hate şîrovekirin.

Herwiha Serokkomarê Tirkiyeyê Tayîp Erdogan jî  bersivek belav kir li ser vê mijarê û tê de got: "Şêwirmendê min daxuyaniyek da lê daxuyaniya wî ber bi wateyên din ve kişandin. Ez çi dibêjim ti guhê xwe bide min."

Herwiha îro MHP li ser malpera xwe ya fermî a twitterê de daxuyaniyek belav kir û got: "16ê Nîsanê de ji bo gel, ji bo dewlet û  bekaya tirkbûnê em ê bêjin erê."

Etîketan:
biryar, mhp, devlet bahçeli
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de