16:46 27 Gulan 2018
Osman Baydemir

Baydemir: Wek Vansporê gol biavêjin

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Parlementerê HDPê yê Wanê Osman Baydemir li Wanê ji bo referandûma Destûra Tirkiyeyê axivî.

Baydemîr di mîtînga partiya xwe ya Wanê de axivî û wiha got: "Serokkoê dê kabîneyê tayîn bike, rektoran tayîn bike, têrê nekir, dê şaredaran jî tayîn bike û dê dadweran jî diyar bike. Anku ev paketeke wiha ye ku qeyûmek li ser welatî tê tayînkirin. Bila bersiva me wek ya golê Vanspor û Cizresporê be".

Herwiha parelementerê HDPê got ku ev guhertin tê wateya ku bendava hilbijartinan ji 10% derxin 50%.

'ENFAL BI BÎR ANÎ'

Ji aliyê din ve, Baydemirî diyar kir ku kurdan dest ji daxwazên xwe bernedana û wiha pê de çû: Ji we dipirsim; we dest ji daxwazên xwe ji zimanê xwe berdaye? Gava em biçin ser sindoqê, em ê axîna Bebeka Mîray û Dayika Taybet biçin. Roja 16ê Nîsanê, roja pirsîna hesabî ye. Tevahiya cîhanê mereq dike bê gelê kurd dê çi bibêje."

Ji aliyê din ve, Baydemirî Enfal bi bîr anî û got," komkujiyeke mezin li Herêma Kurdistan a Federal çêbû. Gelekî spas, berxwedana li wê derê, azadî û aştî anîn. "

Bi heman mijarî:

Ebadî: 'Nabe referandûm li Kerkûkê bê lidarxistin'
Tevgera Îslamî ya Kurdistanê: Divê referandûm neyê bipaşxistin
Dîzeyî: Referandûm nayê maneya yekser ragihandina dewletê
PDK û YNK bo referandûm û serxwebûna Kurdistanê komîteyeke hevpar ava dikin
Etîketan:
Osman Baydemir, Wan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de