00:56 18 Çile 2018
Zindî
    Murat Karayilan

    Murat Karayilan derbarê êrîşa Amedê de axifî

    © AFP 2018/ MUSTAFA OZER
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 51

    Mûrat Karayilan ji bo êrîşa li Amedê ya roja 11ê Nîsanê got:"Ev çalakî pêngaveke nû ya taktîkê ye û di dîroka têkoşîna me de heta niha çalakiyeke bi vî rengî nehatiye kirin."

    Endamê Komîteya Rêveberiya PKKê Murat Karayilan di Radyoya Dengê Kurdistanê de axifî û derbarê êrîşa li Amedê de agahiyên nû dan. Karayilan got:" Hêzên me heta niha timî li ser rûyê erdê çalakî kirin. Lê Çalakiya li Amedê çalakiyek gelek serkeftî bû. Ev çalakî di binê erdê de organîze kirin." 

    Karayilan vê êrîşê wek xwepêşandanek gelek serkeftî jî nîşan da û wiha berdewam kir: "Eger PKKê tevgerek bêhêz be, ne di asteke ku derfetên bi vî rengî mezin de be, wê çawa bikaribe 2.5 ton teqemeniyê bixe binê avahiya Midûriyeta Emniyetê ya Amedê.?" Karayilan destnîşan kir ev çalakî bi pisporî hatiye plankirin û pengaveke nû ye ji bo wan jî." 

    Bi heman mijarî:

    Karayilan: Ger em nebûna Tirkiye wê têketa Kerkûkê
    Karayilan: Hêza Tirkiyeyê tine êrîşî Reqqayê bike
    Karayilan: Heke ku ji HSDê re bihiştana wê di hefteyekê de Bab rizgar bûba
    Karayilan: Têkiliya tevgera kurdî bi êrîşa Stenbolê re tine
    Karayilan: 'Tiştek bi serê Ocalan de bê, emê ‘Tabûra Nemiran' bixin dewrê'
    Biryara girtina Karayilan û Kalkan hat dayîn
    Etîketan:
    Murat Karayilan, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de