16:47 22 Çile 2018
Zindî
    Saziyên tenduristiyê ji bo greva birçîbûnê daxuyanî da

    Saziyên tenduristiyê: Greva birçîbûnê ber bi xeteriyê ve diçe

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 12

    Saziyên tenduristiyê, rêxistinên parazvanên mafên mirovan û saziyên kedê yên Amedê bal kişandin ser rewşa çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyeyê ku 59 roj in, berdewam dikin û hişyarî dan ku çalakî ber bi xeteriyê ve diçin.

    Li girtîgehên Tirkiyeyê çalakiyên greva birçîbunê di roja 59an de berdewam dikin. Li Amedê saziyên tenduristiyê, rêxistinên parazvanên mafên mirovan û saziyên kedê ji bo bal bikişînin ser rewşa tenduristiya girtiyan li Odeya Bijîşkan a Amedê civîna çapemeniyê pêk anîn. Nûnerên ÎHDê, Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz, Odeya Bijîşkan a Amedê, Yekîtîya Tabîban a Tirk (TTB), Platforma Ked û Demokrasiyê û gelek kedkarên tenduristiyê di civînê de amade bûn. Sekreterê Odeya Tabîban a Amedê Mehmet Şerif Demir li ser navê saziyan axivî û diyar kir ku çalakî roj bi roj li hemû girtîgehan belav dibe û xwest tavilê daxwazên girtiyan werin bersivandin.

    ‘ÇALAKî BER BI XETERIYÊ VE DIÇIN'

    Demir anî ziman ku çalaki nêzî roja 60an dibe û her ku diçe zêdetir ber bi xeteriyê ve diçin. Demir da zanîn ku tenduristî û jiyana girtiyên di grevê de di bin rîskeke mezin de ye û ji Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê xwest ku bi lezgîn daxwazên girtiyan bibersivîne û mafê wan ê jiyanê biparêze. Demir helwesta Wezareta Dadê rexne kir ku ew bi ‘ker û korî' tevdigere û xwest ku gavên çareseriyê bavêje.

    Demir bang li hikûmetê kir û ew daxwaz wiha rêz kirin:

    • Divê kesên di grevê de rojê herî kêm 5 îskanên avê, 2 kevçiyên çayê xwê, 5 kevçiyên xwarinê şekir, kevçiyek şêranî, 500 mg karbonat û vîtamîna B1 bigirin û ev pêdivî werin bi cih anîn.
    • Ger ku ev pêdivî û vîtamîna B1 neyên dayîn dê bi xwe re nexweşiya norolojik bîne. Divê teqez vitamîna B1 bidin girtiyên di grevê de.
    • Kesên di greva birçîbûnê de divê rîska şert û mercên ku tenduristiyê xera dikin, ji holê bên rakin û destûrê nedin ku pirsgirêkên tenduristiyê derkevin.
    • Divê kesên ketine greva birçîbûnê û kesên nexweşî bi wan re hene di qada tenduristiyê de bên agahdarkirin û zanekirin.
    • Divê bi qasî pêdiviyên av, xwê û şekir pêdiviyên paqijiyê jî bên kirin. Divê her tişt pir pak bin.
    • Piştî çalakî bi dawî bû jî divê di bin kontrola hekîm de xwarin li gorî rêbazên tenduristiyê bê dayîn.
    • Divê astengiyên li pêş heyeta serbixwe ya ji yekîneya TTB, ÎHD û saziyên sivîl pêk tê, werin rakirin. Divê heyet karibe biçe bi girtîyan re hevdîtinê bike û şertên wan lêkolîn bike.

    Demir di dawiya axaftina xwe de ji bo di nava civakê de êşên mezintir çênebin ji Wezareta Dadê xwest ku bi lezgînî daxwazên girtiyan pêk bîne û rê li pêş heyeta serbixwe veke ku biçin lêkolînê bikin.

    Bi heman mijarî:

    Gelo çima Demirtaş dest ji greva birçîbûnê berda?
    Li Ewrûpayê bi beşdariya parlementer Sariyildiz, wê greva birçîbûnê dest pê bike
    Girtiyên eyaleta Kurdistana Îranê dest bi grêva birçîbûnê kirin
    Greva birçîbûnê ket roja xwe ya 56an
    Hejmara girtiyên di greva birçîbûnê de zêde dibin
    Etîketan:
    Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB), Komeleya Mafên Mirov (IHD), Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de