18:16 17 Çile 2018
Zindî
    Serşêwirmendê Serokomarê Tirk Ilnur Çevik

    Serşêwirmendê Serokomarê Tirkiyeyê: Kampanyaya ‘Erê di şertên zehmet de pêk hat'

    Vikipedi
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 20

    Serşêwirmendê Serokomarê Tirkiye yê Recep Tayyip Erdogan, Îlnur Çevik di derbarê kampanyaya ‘Erê' ya ji bo referandûma 16ê Nîsanê de axivî û eşkere kir ku, "Hin li nav welêt him jî li derveyê welêt di şert û mercên zehmet de birêve birine û got, hin bûrokratên di hûndirê dewletê de ku naxwazin dawî saltanatên wan bi dizîka dibêjin 'NA'.

    Nivîsa ku bi senava ‘Kampaya di şertên wekhev de nebû' yê Îlnur Çevik wiha ye:

    Serokê CHPê û Partiya Muxalefeta Sereke Kemal Kiliçdaroglu dibêje, "Kampanyaya guhertina mekeqanûna bingehîn di şertên wekhev de nebû." Ji erde heta ezman mafdar e.

    Bi rastî kampanyaya ‘Erê' him li welêt him jî derwelêt di şert û mercên zehmet birêve hat birin.

    Ji aliyekê ve bûrokrasiyên ku naxwazin pergal bê guhertin…ew bûrokratên dizanin ku pergal were guhertin, dê dawî li saltanatên wan ên di hundirê dewletê de were, ji bo wê bi dizîka dê bibêjin 'na'.

    Divê navberê de PKK li bajarên kurdan bo denge ‘NA' gef li gel xwar.

    Xwezî kampanya di şert û mercên wekhev de bihata kirin ku me jî gele xwe zêdetir haydar bikira.

    Di navbera dîrokên 1-20ê Adarê de, Serokomarê Tirkiyeyê 169 saet, AKP 301 saet di weşanên zindî de bo referandûmê cih girtin. HDP ku eşkere kiribû di referandûmê de dê denge ‘NA' bikar bîne qet cih negirt, CHP jî 45.5 saet di weşanên zindî de cih girtin.

    Bi heman mijarî:

    Bo hejmarek rojnamevanî cezayê mubeta girankirî tê xwestin
    Yurdatapan ji ber piştgiirya Ozgur Gundemê ceza xwar
    Turk: Kesên ji Serokomar hez dikin jî divê bibêjin 'Na'
    'HDPê texmîna xwe ya referandûmê eşkere kir'
    'Êşên Amedê hîn nû ne, biryara referandûmê jî diyar e'
    Etîketan:
    PKK, zehmet, şert, referandûm, kampanya, Recep Tayyip Erdogan, Ilnur Çevik, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de