22:31 26 Gulan 2018
Darizandin, dadgeh, girtin

Bo hejmarek rojnamevanî cezayê mubeta girankirî tê xwestin

© Fotolia / Andrey Burmakin
Tirkiye
Lînkê kurt
0 11

Lêpirsîna ku derbarê 17 kesan de dihate meşandin bi dawî bû û bo rojnamevan Ahmet Altan û Mehmet Altan, 3 caran cezayê muebeta girankirî hat xwestin.

Lêpirsîna bi navê ‘ lêpirsîna ûnsurên medyayê ên ku beşdarî hewldana derbeyê a FETOyê bûn'  a ku di derbarê 17 kesan de ku di nav de rojnamevan Ahmet Altan, Mehmet Altan, Nazli Ilicak, Ekrem Dumanli jî hebûn bi dawî bû.

Dozger derbarê bi îdiaya "hewldana rakirinê an jî astengkirina karên Parlementoya Tirkiyeyê" "hewldana rakirin an jî astengkirina Hikumeta Komara Tirkiyeyê", "hewldana rakirina pergala makeqanûnî" derbarê hemû gumanbaran de "3 caran Cezayê Muebetê ê Girankirî" xwest.

Herwiha derbarê ekrem Dumanli, Emre uslu, Tuncay Opçin bi sûcdariya "Rêvebirya rêxistina terorî" hin cezayên din hatin daxwazkirin.

Îdaname ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê a Stenbolê ve hate pesendkirin hate şandin bo Dadgeha Cezaya Giran a 26emîn a Stenbolê. Ger dadgeh îdianameyê di nava 15 rojan de bipejirîne, wê gumanbar bên darizandin.

Bi heman mijarî:

Rojnameger Ahmet Altan hate girtin
Ahmet Altan hat desteser kirin
Ji bo Ahmet Altan biryara girtinê hat dayîn
Ahmet û Mehmet Altan îro derdikevin pêşberî dadger
Ahmet û Mehmet Altan şandin dadgehê
Etîketan:
girtîgeh, rojnamevan, ahmet altan, mehmet altan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de