00:43 18 Çile 2018
Zindî
    Bargeha Şeyratê

    Mufîd Yuksel: Amerîka bi êrişa Sûriyeyê xwest hêza xwe nîşanî cihanê bide

    © Sputnik/ Mikhail Voskresenskiy
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Abdulhakim Günaydın
    0 81

    Amerîka bi êrişa Sûriyeyê çi, peyam da cihanê, ev êriş tenê ji bo carekê bû an Trump jî weke serdema Bush dixwaze bi mudaxeleya leşkerî ji nû ve daqeve qada germ a Rojhilata Navîn. Nivîskar û sosyolog Mufîd Yuksel mijara êrişê ji Spûtnîkê re şîrove kir.

    Nivîskar û sosyolog Mufîd Yuksel di nirxandina xwe ya ajansa Spûtnîkê de got: "Heke Amerîka vê êrişê dewam bike ew pirsgirêkek din e, lê ku ev êriş tenê bi 59 Tomehawkan bimîne ev tê vê wateyê bersivdayîna êrişa kîmyewî û dixwaze bi vê êrişê peyamekê bide raya giştî ya cihanê. Amerîka bi vê êrişê dixwaze peyamê bide û bêje li hemberî êrişên kîmyewî em bêdeng namînin û li ser vê mijarê em gelekî hesas in, bila raya giştî dilrehet be. Lê heke berdewamiya êrişan were û dîsa Tomehawkan bi ser Sûriyeyê de bibarîne xuyaye konsepta xwe guherandiye."

    Yuksel di berdewamiya axaftina xwe de got: "Helbet Amerîka bi van êrişên wiha dixwaze hêzê xwe nîşanî cihanê bide û bi helwesta xwe ya li dijî çekên kîmyewî peyamê bide, lê weke min got heke berdewamiya van êrişan were ji xeyrî êrişa çekên kîmyewî, li Sûriyeyê an jî li herêmê hisabekî Amerîka yên hevsengiyê heye. Ev êriş dibe ji encama cudahiya hêzên navxweyî yên Amerîkayê jî pêk hatibe. Mirov dikare pirseke wiha jî bipirse gelo Amerîka konsepta xwe guherand û weke serdema Bush rasterast dixwaze mudaxeleya Rojhilata Navîn bike."

    ‘BERDEWAMIYA ÊRIŞÊN SÛRIYEYÊ WÊ MESELEYE ALOZTIR BIKE'

    Sosoyolog Mufîd Yuksel ji bo berdewamiya êrişa Sûriyeyê got: "Li gorî pêşbîniyên heke berdewamiya van êrişên Amerîkayê yên ser Sûriyeyê dewam bikin dê bi Rûsyayê re pirsgirêk derkevin, îca ev pirsgirêk wê mezin bibe an herdu hêz wê di nava xwe de çareserbikim em ê bibînin. Di serdama Şerê Sar a Sovyetê de jî raste gengeşî derdiket, şerê wekaletê li gelek deren cihanê hebû, lê ev tucarî nebû sedema derketina şerê germ. Krîzên weke Kuba û Afganistanê jî derketin, lê gengeşî zêde nebû û li cihekî sekinî. Gelo ev gengeşiya navbera herdu hêzan wê di astekê de bisekine an na, herdu jî dê hisabê vê nesekina gengeşiyê bikin helbet ji bo ku feturaya dê ji hemû aliyan re derkeve."

    Nivîskar Yuksel di dirêjiya axaftina xwe de got: "Yanî heke berdewamiya êrişan were dibe Amerîka dixwaze vegera konsepta Bush ku rasterast mudaxeleya leşkerî li Rojhilata Navîn dikir û bibe muxatabê meseleyê. Amerîkaya ku leşkerên xwe ji Iraq û ji Afganistanê kişandibûn gelo dixwaze dîsa vegere herêmê, helbet ev hemû pirs bi peyama berdewamiya êrişan ve girêdayî ye. Ji aliyê din ve ku êriş berdewam bikin wê krîza navbera Rûsya û Amerîkayê zêdetir bike û ya herî girîng ev gengeşî wê bibe sedema şerekî cihanê an di cihekî de wê bisekinin."

    'TRUMP WÊ BI RÛSYAYÊ RE POLÎTÎKAYEKE HEVSENGÎ BIDE MEŞANDIN'

    Yuksel got: "Bandora vê gengeşî û aloziyê wê li ser kurdan çi be, heke pirsgirêk mezin bibe şerên herêmî anjî cihanî derkeve helbet wê bandoreke neyînî li kurdan jî bike, lê ku di asteke an jî di sînorekî de bimîne wê bandoreke zêde li wan neke. Ya herî girîng jî kurd ji van herdu hêzan wê kî hilbijêrin û li kêleka kê cih bigirin. Lê li gorî rêvebiriya berê Donald Trump nêzîktir ê Rûsyayê û muhtemelen wê li hevhatinek were. Ji bo ku berî hilbijartinê di kampanya xwe de jî nîşaneyên vê dan. Ji aliyê din ve eqlê dewletê û raya giştî ya Amerîkayê ji van tiştên wiha re zêde ne vekiriye, lê li gorî peşbîniyan Trump wê bi Rûsyayê re polîtîkayeke hevsengî bide meşandin. Polîtîkayeke ku di nav de kêm şer hebe dê bimeşîne. Weke me berî jî dîsa her tişt bi berdewamiya mudaxeleyê ve girêdayî ye. Raste helwesteke Trump li hemberî Îranê heye, lê di serdema Obama de Amerîka dixwest Îranê têxe nava sîstemê. Rêvebiriya Obama bû an jî derdora Hillary Clinton bû em nizanin lê di vê babetê de Îran hat bihêzkirin. Weke ku xwestin şensekî bidinê û Îranê jî li Yemen, Libnan, Şam û Irakê nifûza xwe zêde kir. Îşxala Iraq û Afganistanê hem ji rojhilat û hem jî ji rojava pêşî li Îranê vekir. Gelek noqte hene, belkî Amerîkayê ev bi zanebûn kiribe ku xwestibê rê li ber Îranê vebe û wê têxe nava sîstemê. Belkî jî xwestin bi vê rêvekirina Îranê li hemberî Erebîstana Siûdî li Rojhilata Navîn siyaseteke hevsengî bidin meşandin."

    'KURD DIKARIN TEVLÎ KAOSÊ NEBIN'

    Yuksel di dawiya hevpeyvîna xwe de got: "Niha Îran bi rêya husiyan desthilatiyê li Senaya Yemenê dike û li aliyê din jî faktora Erebîstana Siûdî heye, ev dê çi bibe pêşeroj wê nîşan bide. Siûdî hem li Yemenê û hem jî li Bexdayê ketiye guvaşê û ev pirsgirêk em bixwazin nexwazin wê veguhere şerê mezhebî. Di vir de nexuyatiyek heye û ya herî girîng jî mesela Rûsya ye. Rûsya wê li kur û li cem kê cih bigire, wê ji vê aloziyê sûdê wergire an ew jî dê nexwaze alozî zêde bibe. Di vê hengâmeyê de divê kurd baş bifikirin û biryara helwestên tund negirin û weke hêzeke hevsengî tevbigerin. Dikarin tevlî kaosê nebûn û li herêmê ji bo lihevkirinê roleke pêşeng bilîzin. Li Rojhilata Navîn potansiyela kurdan ku weke hêzêke aktîf ji bo aramî û lihevkirinê bilîzin heye. Helbet ev jî bi rola wan ve girêdayî ye."

    Bi heman mijarî:

    Êrişa li dijî baregeha hewayî ya Sûriye yê Amerîkayê
    Wezîrê Derve yê Almanyayê: "Êrişa Amerîkayê tê fêhmkirin
    ‘Pisporên NYyê serdana Şayratê nekir’
    Lavrov û Tillerson êrişa Amerîka ya Şayratê axivîn
    Rûsya: Plana êrişa Amerîka ya baregeha Şayratê berî niha ji zûde hatiye amadekirin
    Etîketan:
    Rojnamevan û nivîskar, Êrişa Amerîka ya li dijî Sûriyeyê, Mufîd Yuksel, Sûriye, Tirkiye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de