12:32 24 Çile 2018
Zindî
    Ahmet Turk

    Turk: Kesên ji Serokomar hez dikin jî divê bibêjin 'Na'

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Şaredarê berê yê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk diyar kir ku ger di pêvajoya referandûmê tenê bijarteya ‘Erê' hebûya wê baştir bûya û got, "Ji ber ku ew qas kaos û girtin çênedibû. Mirov hatin asteke wisa ku dê bibêjin ‘Na'. Bi wê bawer dikin lê ditirsin ku bibêjin ‘Na'." Turk got, "Kesên ji Serokomar hez dikin divê bibêjin 'Na' û wî biparêzin."

    Siyasetmedarê kurd û Şaredarê berê yê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ji bo beşa Tirkî ya Dengê Amerîkayê axivî û bi gotinên ‘hûn ê alîgirên dewletê bin an yên terorê, yanê kesên bibêjin ‘Na' alîgirên terorê ne, kesên bibêjin ‘Erê' alîgirên dewletê ne' rexne li Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan girt. Turk anî ziman ku mijara referandûmê ne mesleeyeke partiyan e û got," Ji bo vê mijarê mihasebeya ûjdên heye."

    'KESÊN JI SEROKOMAR HEZ DIKIN BILA BIBÊJIN 'NA''

    Turk di axaftina xwe de bal kişand ser encama referandûmê û ev tişt gotin: "Ez bawer dikim wê bi ‘Erê' encam nede û wê dengê ‘Na' bilind bibe. Bi ya min ev ‘Na' wê ji bo xêra Tirkiyeyê be. Kesên ji birêz Serokomar hez dikin jî divê bibêjin ‘Na'. Divê wî biparêzin. Ji ber ku hûn ew qas bidin kê bidinê û ew mirovekî çi baş dibe bila be, ev erk wê wî serxweş bikin. Wê pêdiviyê bi bikaranîna wan erkan bibîne. Her çi qas bibêje ez bikar nayinim jî wê pêwsitiyê bi bikaranîna wan bibîne."

    'BI PEREYÊN KU JI BO 'ERÊ' HATIN XERCKIRIN, DEŞTA MEZOPOTAMYAYÊ WÊ PÊ BIHATA AVDAN'

    Ahmet Turk ji bo pereyên ku ji kampanyaya ‘Erê' re hat xerckirin jî rexeneyên xwe anî ziman û got, "Bi pereyên ku li Stenbolê hatin xerckirin, herêmek wê pê geş bibûya. Ev pereyan ji dewletê û budçeyê tên. Bawer bikin bi van pereyên ku desthilatiyê xerc kirin, GAPek dihat çêkirin û we yê bi wê deşta Mezopotamyayê av bida, we yê pirsgirêk jî çareser bikira. Ne heyf e ma?"

    Siyasetmedarê kurd her wiha parast ku pêşnûmeya ji bo guhertina 18 xalên destûra bingehîn ne ya pergala serokatiyê ye û ev tişt anîn ziman: "Di pergalên serokatiyê de mekanîzmayên kontrolkirinê hîç ji holê ranabin. Yekîtiya hêzan çênabe. Ha mesela li Amerîkayê Trump biryarê digire, dadgeha federal wê biryarê xera dike. Pêkan e ku li Tirkiyeyê tiştekî wisa bibe?"

    Bi heman mijarî:

    Ahmet Turk ê pêşwaziya Baykal kir, di mitînga CHPê de axivî
    Deniz Baykal li Mêrdînê serdana Ahmet Turk dike
    Ahmet Turk û Devlet Bahçeli bi telefonê axivîn
    Turk: Barzanî aktorekî giring e
    Bahçeli: "Bi serbestberdana Ahmet Turk kêfxweş bûm"
    Dadgehê ji bo Ahmet Turk biryareke nû derxist
    Etîketan:
    na, serokomar, Şaredarê berê yê Bajarê Mezin ê Mêrdînê, siyasetmedarê kurd, Ahmet Turk, Tirkiye, Mêrdîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de