00:27 27 Gulan 2018
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)

'HDPê texmîna xwe ya referandûmê eşkere kir'

© AFP 2018 / ADEM ALTAN
Tirkiye
Lînkê kurt
0 40

Parlamenterê Dîlokê yê HDPê Mahmut Togrul di derbarê encama referandûma ji bo guhertina detûra bingehîn Tirkiyeyê de texmîna xwe anî ziman û got, "Ji sedî 56-57 dengê ‘Na' wê derkeve."

Referandûma ji bo guhertina destûra bingehîn a Tirkiyeyê her ku diçe nêzîk dibe û texmîn û ankêtên partiyên siyasî û şîrketên anketoran ên di derbarê encama referandûmê de jî zêde dibin. Li ser vê mijarê Parlamenterê Dîlokê yê HDPê Mahmut Togrul jî texmîna xwe anî ziman.

Li gorî nûçeya rojnameya Birgunê Togrul diyar kir ku di serdama kampanyaya refernadûmê de şert û mercên aliyên siyasî ne wekhev bûn û got, "Li beramberî hemû newekheviyan jî ez difikirim ku gelê me wê roja Yekşemê li ser sindoqan bibêje ‘Na'. Bi ya min roja yekşemê li tevahiya Tirkiyeyê wê ji sedî 56-57 dengê ‘Na' ji sindoqan derkeve."

Referandûma ji bo guhertina hin xalên destûra bingehîn a Tirkiyeyê wê di 16ê Nîsanê roja Yekşemê de were lidarxistin.

Bi heman mijarî:

Hersê êrîşkar û dizên avahiya HDPê hatin girtin
Li mîtinga HDPê hewildana êrîşa bi satorê
Berdevkê HDPê Baydemir di TRTê de ji bo referandûmê axivî
Derheqê parlementera HDPê Taşdemir de biryara girtinê hat dayîn
Baydemir û Kaya dê li ser navê HDPê di TRTê de biaxivin
Di mitînga HDPê ya li Bodrumê alozî derket
Etîketan:
texmîn, referandûma destûra Tirkiyeyê, Parlamenterê Dîlokê yê HDPê, Mahmut Togrul
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de