00:36 18 Çile 2018
Zindî
    Lîstikvana Amerîkayî Lindsay Lohan

    Timesê behsa têkiliya Recep Tayyip Erdogan û Lindsay Lohanê kir

    © AFP 2018/ Nicholas KAMM
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 30

    Rojnameya The Timesê ya li Brîtanyayê li ser têkiliya di navbera Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û navdara Amerîkayî ya Hollywoodê Lindsay Lohan de nûçeyek weşand.

    Di nûçeya Hannah Lucinda Smithê de behsa hevkariya ne ji rêzê ya di navbera Erdogan û Lindsay Lohan hat kirin. Li gorî nûçeyê di bingeha têkiliyên her duyan de jî eleqeya wan a bi penaberên Sûriyeyê re heye.

    Li gorî nûçeyeke BBC Tirkî, "Lohana 30 salî gava di meha Cotmehê de çûbû serdana kampeke penaberan serê xwe hişt girêdabû û di dawiya meha cotmehê de gava li Yunanistanê klûbek vekir ji peyamnêrekî re gotibû, ‘cîhan ji 5an mezintir e.' Erdogan vê gotinê ji bo rexnekirina Konseya Ewlehî ya NY bi kar tîne."

    "Lohanê di meha Rêbendanê de li qesra hezar odeyî ya li Enqereyê serdana Erdoganê 63 salî û hevjîna wî kir û li ser Twitterê gotibû, vexwendina Serokomar Erdogan û First Lady ya ji bom in wekî xeyal bû."

    Di nûçeyê de hat gotin ku li paş serdanên Lohanê yên ji bo Tirkiyeyê nivîskara alîgira Erdogan Hilal Kaplan heye.

    'LOHAN DOSTEKE BI QEDR A ERDOGAN E'

    Di nûçeya The Timesê de hat ragihandin ku Lohan bi rêya alîkariya ji bo penaberan serdana Erdogan kir û hat gotin ku penaberên Sûriyeyê jî îro Erdogan rexne dike. Her wiha ev tişt hatin nivîsîn: "Piştî gengeşiyên bi Ewropa û Amerîkayê re û piştî rexneyên rêxistinên mafên mirovan ên ji bo Erdogan, Lohan ji wî dosteke bi qedr e."

    Bi heman mijarî:

    Lindsay Lohan bangî Trump kir: Bi min re were Tirkiye û Sûriyeyê
    Bahçelî: Heke Erdogan ji bo sîstema eyaletan dengê xwe neke...
    Pûtîn û Erdogan li ser bikaranîna çekên kîmyewî peyivîn
    Erdogan: Em ê nehêlin, YPG û PYD dewletekê ava bikin
    ‘Ji referandumê encama ‘Na' derkeve wê Erdogan çi bike?'
    Etîketan:
    Rojnameya The Times, Serokomarê Tirkiyeyê, Lindsay Lohan, Recep Tayyip Erdogan, Brîtanya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de