06:40 28 Gulan 2018
Hewlêr - Kurdistan

Nûnerê PDKê yê Enqereyê: Bila kurd li gorî berjewendiyên xwe helwestê nîşan bidin

© AFP 2018 / SAFIN HAMED
Tirkiye
Lînkê kurt
0 20

Nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yê li Enqerê Omer Mîranî li ser mijara referanduma Tirkiyeyê got: "Bila kurd li gorî berjewendiyên xwe helwesta xwe nîşan bidin.

Nûnerê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) yê li Enqerê Omer Mîranî li ser referanduma Tirkiyê ya ku wê 16ê Nîsanê were lidarxistin nêrînên xwe parve kir û ragihand ku divê kurd, beriya her tiştî li gor berjewendiyên xwe helwesta xwe nîşan bidin. Heke ‘na' ji bo berjewendiya gelê kurd be, bila bêjin. Lê eger berjewendiya kurdan di gotina ‘erê' de be, bila bêjin ‘erê'.

‘DIVÊ EM BÊHÊVÎ NEBIN'

Omer Mîranî di berdewamiya axaftina xwe de hêviyên xwe yên pêvajoya çareseriyê li Tirkiyeyê anî ziman û got: "Nabe ku mirov bêhêvî be û deriyên xwe bigre. Li gorî pêşbîniyên min dibe di dengdayîna ‘na' de tu berjewendî tunebe û heke dengê ‘na' derkeve dibe Tirkiye aloztir bibe. Lê k udi dengdayînê de dengê ‘erê' derkeve ihtîmal heye ku carekdin danûstandinên pêvajoya çareseriyê werin destpêkirin."

Mîranî di dirêjiya axaftina xwe de li ser navê nûnerîya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di referandumê de hêvî û encamên xêrê ji gelê Tirkiyeyê re xwest û got: "Bi mijara referandumê ve eleqedar me serdana tu partiyan nekiriye, lê weke şexs em endamên HDP, CHP û AKPê dibînin û têkiliyên me bi hev re hene."

Bi heman mijarî:

Mîranî: Referandûma serxwebûnê ji karkirina parlamentoyê girîngtir e
Fazil Mîranî: bo referandûmê me bi Iraqê re li hev kiriye
Mîranî: "Ji bo lihevkirina PDK û YNKê heviyek mezin heye"
Hevdîtina Mîranî û Demirtaş - Armanc damezirandina dewleta Kurdistanê ye
Fazil Mîranî: ‘Kirin nekirin Barzanî negot ‘PKK terorîst e'
Mîranî: Bila gel biryara dawî bide
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de