04:39 23 Çile 2018
Zindî
    HDP xwepêşandana Stenbolê, Şemî, Gulan 30, 2015

    HDP mitînga xwe ya dawîn sibe li Amedê li dar dixe

    © AP Photo/ Emrah Gurel
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 32

    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) mitînga xwe ya dawîn a ji bo referandûma guhertina destûra bingehîn a Tirkiyeyê li Amedê li dar dixe. Hevseroka Şaxa HDPê ya Amedê Gulşen Ozer bangî beşdarbûna mitîngê kir.

    HDP di çarçoveya mitîngên referandûma guhertina destûra bingehîn a Tirkiyeyê de mitînga xwe ya dawîn di 15ê Nîsanê de li Amedê li dar dixe. Mitîng bi hevkariya HDPê, Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Tevgera Jinên Azad (TJA) wê were lidarxistin.

    Hevseroka Şaxa HDPê ya Amedê Gulşen Ozer bangî beşdarbûna mitîngê kir û got, "Çawa bi sed hezaran kes di 5ê Hezîran û Newrozê de daketin qadan wê careke din jî peywira dikeve ser milên wan bi cih bîne û wê renge ‘Na' diyar bikin."

    Mitîng wê li Qada 5ê Hezîranê (Îstasyonê) bi beşdarbûna parlamenterên HDPê û nûnerên partiyên siyasî were lidarxistin. Di mitîngê de Berdevkê HDPê û Parlamenterê Rihayê Osman Baydemir û Parlamentera Stenbolê ya HDPê Pervin Buldan jî wê axaftinê bikin.

     

    Bi heman mijarî:

    Li mîtinga HDPê hewildana êrîşa bi satorê
    Berdevkê HDPê Baydemir di TRTê de ji bo referandûmê axivî
    Derheqê parlementera HDPê Taşdemir de biryara girtinê hat dayîn
    Baydemir û Kaya dê li ser navê HDPê di TRTê de biaxivin
    Parlemeterê HDPê Onder ji wezîrê tirk re got: Tê jî bê girtin
    Etîketan:
    lidarxistin, mitîng, Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Hevseroka Amedê ya HDPê, Gulşen Ozer, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de