17:03 22 Çile 2018
Zindî
    balafir

    Ji TSKê daxuyaniya êrişa Qendîlê

    © AFP 2018
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 12

    Hat ragihandin ku balafirên şer ên Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK) li dijî Qendilî operasyoneke hewayî li dar xistin û li gorî îdîayan çend baregehên PKKê hatine rûxandinê.

    Li gorî zanyariyên berdest, balafirên şer ên Hêza Fermandariya Hewayî ya Tirkiyeyê (TSK) operasyoneke hewayî li dijî Qendilê pêk anî û li gorî îdîayan di operasyonê de 5 baregehên ewlehî, 2 şikeft û çeperên çekî hatin rûxandin.

    Sererkaniya Giştî ya Tirkiyeyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku şevê din balafirên şer ên Fermandariya Hêza Hewayî li dijî Qendîlê operasyonek li dar xist. Li gorî daxuyaniya Sererkaniya Giştî operasyon li ser agahiyeke îstîxbaratî hatiye kirin û di operasyonê de çend hedefên ku ji cihê jiyangeh, şikeft û baregehên binerdi pêk dihatin hatine îmhakirin.

    Bi heman mijarî:

    TSK derbarê civîna li Antalyayê de daxuyanî da
    TSK: Balafirên şer li koma PKKîyan a li Çiyayên Amanosê da
    TSK: "26 terorîstên DAIŞî hatin kuştin"
    TSK: " 163 hedef hatin xistin û 14 terorîstên DAIŞî hatin kuştin"
    TSK: "30 terorîstên DAIŞî hatin kuştin"
    Etîketan:
    Êrişa hewayî ya Qendîlê, PKK, Fermandariya Hêza Hewayî, Sererkaniya Giştî ya Tirkiyeyê, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de