08:28 23 Çile 2018
Zindî
    Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu

    Soylu: Bi êrişa Amedê ve eleqedar 3 kes hatin binçavkirin

    © Sputnik/ Yurdagül Şimşek
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 11

    Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu ragihand ku bi êrişa Amedê ve eleqedar 3 gumanbar hatine binçavkirin.

    Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu di televîzyona NTVyê de pirs bersivandin û ji bo êrişa Amedê ku du jê polîs û yek jî sivîl jiyana xwe ji dest dabûn got: "Bi mijara teqîna Amedê ve berê sibehê 3 kesên ku di kolandina tunelê de cih girtibûn hatin binçavkirin û ev hersê jî faîlê bûyerê ne. Kesekî din heye û lêgerîna wî jî ji terefê hêzên ewlehî ve didome."

    Suleyman Soylu di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hevalên me lêgerînên pêwist dikin. Tunel herî zêde li Sûriyeyê hat bikaranîn û PKK fêrî van tiştan bû. Berî çend mehan jî me gotibû dibe ev tişt li welatê me jî were kirin. Me ji derveyê welat amûrên pêwist anîn û mijarê vedikolînin. Din ava demeke kin de ev tişt pêk anîne û daxwaza wan hê tiştekî zêdetir bû. Bawer dikim hevalên me di dema herî kin de wê faîlên bûyerê yên mayî destser bikin.

    Bi heman mijarî:

    Suleyman Soylu ji bo teqîna li Amedê: Bi rêya tûnelê ketine navenda polîsan
    Soylu: Min ji walî re got vê strana ‘Bêjin Na' qedexe bikin
    Soylu: Ev demeke dirêje peqîn meqîn çênabin
    Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyê Soylu: Me dest danî ser 79 şaredariyan
    Soylu: "Tiştên ku em dizanin hûn bizanibin 2 seeta xewa we nayê"
    Etîketan:
    Êrişa Amedê, Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyeyê, Suleyman Soylu, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de