08:46 23 Çile 2018
Zindî
    Referandum

    Mahçupyan: Tirkiye firsendeke din ji destê xwe berdide

    © AP Photo/ Emrah Gurel
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Nivîskarê malpera Kararê Etyen Mahçupyan di gotara xwe ya îro de ragihand ku Tirkiye firsendeke din ji destê xwe berdide.

    Nivîskarê malpera Kararê Etyen Mahçupyan di gotara xwe ya îro de got: "Ev organizmeya mezin nexweş dikeve û xwe davîne derveyê dîrokê. Ji bo AKPê heyf e… Tirkiye firsendeke din ji destê xwe berdide."

    Etyen Mahçupyan di berdewamiya nivîsa xwe de got: "Em bi dilekî wêrek li xwe temaşe bikin. Îro tu baweriya AKPê li derveyê welat nemaye. Li nava welat jî ji xeyrî endamê wê kes baweriyê pê nayîne. Dema eqlê hevpar di meriyetê de bû hem li welat û hem jî li derveyê welat AKPe birêzgirtin û bi bawer bû. Erdogan dixwaze partiyê di destê xwe de bigire lê ev dê berovajî bertekê bide. Ji bo li ser stratejiyeke tehdîd û talukeyê ava dibe, her diçe AKP bi tenê dimîne."

    ‘EV ORGANÎZMEYA MEZIN NEXWEŞ DIKEVE'

    Mahçupyan di dirêjiya gotara xwe de got: "Tu kesî din vî tiştî li me nake. Ev bi bijarteya serok, rêvebirî û ya partiyê ye… Di asta gel de ji rexneyan direvin. Weke ku bi destekî hevpar AKPê ber bi çandeke dejenerebûnê ve dibin. Êdî ji derve jî bi çavekî eşkere tê dîtin ku partî bi zahmetî xwe birêve dibe. Derdora eqlê bilind jî hê di rexne, şaşî û xwexapandinê de îsrar dike. AKPeyî berpirsê vê boçûnê ne. Ev organîzmeya mezin nexweş dike."

    Bi heman mijarî:

    Erdogan guherîna Destûra Bingehîn pesend kir
    Erdogan: Ev guherîna sîstemê ye ne ya rejîmê ye
    Tura duyemîn a guherîna Destûra Bingehîn îro destpê dike
    Guherîna Destûra Bingehîn îro li parlamentoyê destpê dike
    Kiliçdaroglu: "Ev guherîna rejimê ye ne ya sîstemê ye"
    Etîketan:
    Tirkiye firsendê ji dest berdide, Nivîskarê malpera Kararê, Etyen Mahçupyan, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de