07:05 23 Çile 2018
Zindî
    Polês, serdegirtin, binçavkirin

    Li Sakaryayê yek jê tirk 27 iraqî hatin binçavkirin

    © AP Photo/ / Irfan Cemiloglu
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Hat ragihandin ku li bajarê Sakarya yê Tirkiyeyê bi tohmeta endamtiya DAIŞê yek jê tirk 27 iraqî hatin binçavkirin.

    Li gorî nûçeya DHAyê, Serdozgeriya Komarî ya Sakaryayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku di çarçoveya lêpirsîna rêxistina terorîst a DAIŞê de yek jê hemwelatiyê tirk 27 iraqiyên ku endamê DAIŞê bûn hatin binçavkirin.

    Tîmên ewlehî li bajarê Sakaryayê di operasyoneke hemdemî de bi ser 18 navnîşanan de girt. Di serdegirtinan de yek jê tirk 27 hemwelatiyên iraqî hatin binçavkirin. Li gorî zanyariyan di lêgerînê de li ser 3 kesan pasaportên sexte yên Sûriyeyê hatin desteserkirin û gumanbar li Iraqê li ser navê DAIŞê tevlî hewldanan bûne.

    Li gorî zanyariyan hinek gumanbar bi rêxistina El Qaîdeyê re têkildarbûne paşî tevlî DAIŞê bûne. Di lêgerîna malên gumanbaran de gelek berhem û dokumanên rêxistînî jî hatine desteserkirin. Derheqê bûyerê de lêpirsîn berdewam dike.

    Bi heman mijarî:

    Li Stenbolê operasyon: 27 kes hatin binçavkirin
    Li Mûşê operasyon: 13 kes hatin binçavkirin
    Erdogan: Operasyon erênî ye lê têrê nake
    Li 18 bajaran operasyon: Biryara binçavkirina 98 kesî hat dayîn
    Li Edeneyê li dijî DAIŞ û El Nûsrayê operasyon: 11 gumanbar hatin binçavkirin
    Li 36 bajarên Tirkiyeyê operasyon: 740 kes hatin binçavkirin
    Etîketan:
    27 kes hatin binçavkirin, El Qaîde, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Serdozgeriya Komarî ya Sakaryayê, Sakarya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de