04:41 19 Çile 2018
Zindî
    Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Fikrî Işik

    Wezîr Fikri Işik: Em bi Rûsyayê re nêzî lihevkirinê ne

    © REUTERS/ Tumay Berkin
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Parastin ê Tirkiyeyê Fikri Işik di axaftina xwe de ragihand ku di mijara S-400î de helwesta Rûsyayê erênî bû lewma em gihîştin merheleya dawî.

    Wezîrê Parastin ê Tirkiyeyê Fikri Işik di axaftina xwe ya civîna çapamenî li Balyozxaneya Tirkiyeyê li Washîngtonê got: "Em dizanin rêvebiriya Şamê li Idlîbê çekên kîmyewî bikar anîn."

    Fikri Işik, pirsa gelo Tirkiye ji Rûsyayê pergala parastina moşekan distîne ev îmaja Tirkiyeyê di qada navneteweyî de xera nake? bersivand: "Na xera nabe. Di ve noqteyê de xera nabe. Ev demeke dirêj e hevdîtinên standina pergala moşekên S-400î di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de didomin. Dema ku ev hevdîtin pêk dihatin kesî nizanîbû wê Esad çekên kîmyewî bikar bîne û Amerîka jî dê bersiva wê bide. Lê ya rastî pêwistiya Tirkiyeyê bi pergaleke parastina hewayî heye û ji bo hevdîtinên têne kirin.

    Işik di berdewamiya axaftina xwe de got: "Tirkiye di mijara pergala parastina hewayî dê pêşî pêşengiye bide welatên endamê NATOyê. Lê ji bo ne buha, ne reqabet û ne nebûna teknolojiyê berê da çareyên din. Hetan niha helwesta Rûsyayê di mijara pergala parastina moşekên S-400î de erênî ye û em gihîştine merhaleya dawî."

    Bi heman mijarî:

    Işik: "El Bab bi temamî hat dorpêçkirin û niha paqijî tê kirin"
    Işik: Yewnanîstan di riyek çewt de ye
    Fikri Işik: "Vekişandina me ji Sûriyeyê ne diyar e"
    Işik: "Încîrlîk ne baregeha NATOyê ye"
    Wezîr Işik: "Mijara piştgirînedana koalîsyonê, Încîrlîkê dide pirsîn"
    Etîketan:
    Wezîrê Parastin ê Tirkiyeyê, Balyozxaneya Tirkiyeyê li Washîngtonê, Pergala parastina moşekên S-400î, Fikri Işik, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de