04:45 23 Çile 2018
Zindî
    Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekîr Bozdag

    Wezîrê Tirk bertek ji Ekonomîstê re nîşan da

    © AP Photo/ Burhan Ozbilici
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 11

    Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekîr Bozdag manşeta kovara The Ekonomîst a ‘Tirkiye ber bi dîktatoriyê ve diçe’ re nîşan da. Bozdag got, ‘Gelê tirk dê roj yekşemê di dengdana referandûmê de bersiveke ku bibe berg ji Ekonomîstê re bide.’

    Bozdag li Enqerê bersiv da pirsên rojnamevanan û li ser pirsa ‘Hûn berga The Ekonomîstê ya Serokomar Erdogan çawa dinirxînin?' axivî.

    Bozdag manşeta The Ekonomîstê wekî bêhurmetîyeke mezin şîrove kir û got, ‘Ez tênagihêm bê di medya Îngilîstanê û ya hin welatên Ewropayê yên Avusturya, Hollanda û Almanyayê de çima ew qas ji referandûma guhertina sîstemê aciz dibin.'

    Wezîrê Tirk pirs kir ‘Gelo ev mijar çima wan eleqedar dike?' û wiha pê de çû: "Çima aciz dibin? Çima ketine peroşiyê? Ji çi ditirsin? Heke wê rave bikin û gelê tirk jî vê bizane. Dê gelê tirk di referandûma roja yekşemê de bersiveke bibe berg di sindoqê de bide The Ekonomîstê."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Bahçelî: Heke Erdogan ji bo sîstema eyaletan dengê xwe neke...
    Amerîka ji 'kalîteya demokrasiya Tirkiyê' bi fikar e
    Rûsya: Nêzîkbûna Amerîkayê ya ji bo çareseriya aştiyane hêviyê dide
    Li Herêma Kurdistanê 2 hezar kes nikarin biçin ûmrê
    Pûtîn û Erdogan li ser bikaranîna çekên kîmyewî peyivîn
    Etîketan:
    Bozdag, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de