10:33 24 Hezîran 2018
Devlet Bahçeli

Bahçelî: Heke Erdogan ji bo sîstema eyaletan dengê xwe neke...

© AFP 2018 / ADEM ALTAN
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Netewperwer (MHP) a Tirkiyê Devlet Bahçelî ku ji bo referandûma 16ê Nîsanê digel AK Partiyê piştgiriyê dide kampanyaya ‘erê’, daxuyaniyên Şêwirmendê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ên li ser ‘anîna sîstema eyaletan’ bi tundî rexne kir.

Serokê MHPê di hevpeyvîna NTVyê de, li ser pêşniyara Şêwirmendê Serokomar a sîstema eyaletan got, ‘Şêwirmendê wî dibêje sîstema eyaletan. Heke Erdogan dengê xwe neke, dê MHPyîyên ku li dijî sîstema eyaletan dewleta unîter diparêzin di nav 2 rojan de çi bifikirin?'

Bahçelî pêşniyarên li ser anîna sîstema eyaletan li Tirkiyê rexne kir û wiha axivî: "Yên ku daxuyaniyeke wisa didin, yan hedefên Partiya Dad û Geşepêdanê sabote dikin, yan jî gotarvanên bi hinek bazariyan hatine peywirdarkirin in. Dê dem vê nîşanî me bide. Kesek radibe bi navê şêwirmendê serokomar dibêje, em ê sîstema eyaletan bînin û heger serokomar jî dengê xwe jê re neke gelo dê biryara MHPyîyên (ulkucu) li dijî eyaletê ne û dewleta unîter diparêzin di nav 2 rojan de çi be?"

 

Bi heman mijarî:

Li Herêma Kurdistanê 2 hezar kes nikarin biçin ûmrê
Pûtîn û Erdogan li ser bikaranîna çekên kîmyewî peyivîn
DAIŞê ji sê aliyan ve êrişî çeperên HSDê kir
Barzanî li Hewlêrê bi Wezîrê Derve yê Îraqê Caferî re civiya
Lavrov: Pêşveçûna di mijara çareseriya Sûriyeyê de xweşê hemû kesan naçe
Leşkerê Amerîkî li Încirlikê mirî hat dîtin
Esad: Dem çênebû Rûsya me ji bo êrîşa Amerîkayê hişyar bike
Amerîka: Me bombeya xwe ya herî mezin li Afxanîstanê bikar anî
Etîketan:
Bahçeli, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de