01:26 23 Hezîran 2018
Bargeha Leşkerî ya Încirlikê - Edene

Leşkerê Amerîkî li Încirlikê mirî hat dîtin

© Sputnik / Hikmet Durgun
Tirkiye
Lînkê kurt
0 40

Leşkerekî Amerîlî li Baregeha Asmanî ya Încîrlîk a bajarê Edeneya Tirkiyê, li mala xwe mirî hat dîtin.

Li gor daxuyaniya ser malpera Baregeha Încirlikê serbazê Amerîkayê yê bi navê Curtis J. Gardner (29) li mala xwe bi awayekî mirî hatiye dîtin.

Gardner di Hêza 39emîn a Ewlehiyê de kar dikir. Dema ku tê ferqkirin Gardner neçûye ser karê xwe leşkerên hevalên wî diçin mala wî û li mal rastî termê wî tên. Gardner rakirin nexweşxaneyê ku hat fêmkirin can daye.

Di daxuyaniyê de hat gotin, Fermandarê Baskê 39emîn ê Baregeha Asmanî John Walker, ji ber mirina Curtis J. Gardner xemgîniya xwe anî ziman ku hat ragihandin ji bo Gardner merasîmeke olî hatiye lidarxistin.

Bi heman mijarî:

Esad: Dem çênebû Rûsya me ji bo êrîşa Amerîkayê hişyar bike
Amerîka: Me bombeya xwe ya herî mezin li Afxanîstanê bikar anî
Pûtîn bi Konseya Ewlehiyê re rewşa Sûriye û têkiliyên bi Amerîkayê re şêwirîn
'Êşên Amedê hîn nû ne, biryara referandûmê jî diyar e'
Xebatkarê Şaredariya Stenbolê: Piştî referandumê jinên alîgirên dengê ‘na' li me helal in
NY: 'Erê' derkeve, binpêkirinên mafan dê zêde bibin
Demirtaş beriya referandumê peyamek şand: Ne bo yekkesî bo yek dilî em ê bên ba hev
Etîketan:
Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de