08:25 27 Gulan 2018
Şer - polês

Li Amedê Serokên Lijneya Sindoqê û çavdêr di nav de 200 kes hatin desteserkirin

REUTERS/ Sertac Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Li navend û navçeyên Amedê di sergirtina malan de di nava di roja de nêzî 200 kes hatin desteserkirin. Li navçeya Qarazê Serokê Lijneya Sindoqê Mehmet Şik û gelek çavdêrên sindoqan hatin desteserkirin.

Li navenda Amedê û navçeyên wê berîya referandumê polêsan operasyonek berfireh li darxistin. Li hemû navçeyên bajêr polêsan duh avêt ser gelek malan.

Piştî lêgerinên li malan bi tevahî 177 kes hatin desteserkirin. İro jî li navend û navçeyên Amedê polêsan avêt ser gelek malan. Di sergirtina malan ya îro de 22 kes hatin desteserkirin. Her wiha hejmara desteserkirina gîhişt 200 kesan.

LI QARAZÊ SEROKÊ LIJNEYA SINDOQÊ Û ÇAVDÊR HATIN DESTESERKIRIN

Li navçeya Qarazê Serokê Lijneya Sindoqê Mehmet Şik û gelek çavdêrên sindoqan hatin desteserkirin. Kesên ku hatine desteserkirin wiha ye: Mehmet Şik (Serokê Lijneya Sindoqê), Ahmet Çakubay (Çavdêrê sindoqan) Ahmet Avci (Peywirdarê îtirazê), Huseyin Kiliç (Endamê DBPê), Vehbi Tunç (Çavdêrê sindoqê)

Bi heman mijarî:

PKKê êrîşa li Amedê de hilgirt ser xwe
Suleyman Soylu ji bo teqîna li Amedê: Bi rêya tûnelê ketine navenda polîsan
Hejmara kuştiyên teqîna Amedê gihîşte 3yan
Birîndarekî din ê teqîna Amedê jiyana xwe ji dest da
Pisporê Polîtîkayên Ewlehiyê ê Tirk Yarar: Teqîna Amedê PKKê kir
Etîketan:
binçavkirin, biserdegirtin, amed
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de