10:32 19 Tebax 2017
Zindî
    HDP xwepêşandana Stenbolê, Şemî, Gulan 30, 2015

    1000 polês di mîtînga HDPê a Bursayê de peywirdar bûn

    © AP Photo/ Emrah Gurel
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 28 0 0

    Di çarçoveya xebatên referandumê de 900 kes beşdarî mîtînga HDPê a ku li bajarê Bursayê hate lidarxistin bûn û herkes ji aliyê 1000 polêsî ve yek bi yek hatin kontrolakirin û derbasî qada mîtîngê bûn.

    HDPê di çarçoveya xebatên referandumê li Bursayê mîtîngek li dar xist. Di mîtînga ku 1000 polês peywirdar bûn de herkes piştî kontrolên hûr de derbasî qada mîtîngê bûn.

    900 kes beşdarî mîtîng li Qada Gokdere a Navçeya Yildirimê hate kirin bûn. Di mîtîngê de Parlementerê HDPê ê Amedê Nimetullah Erdogmuş axivî û got: "Tişta ku em jê re dibêjin pirsgirêka kurd ew baş dizanin. Cîhan jî baş dizane, ji kesê herî jor bigrin heta mamurê herî jêr herkes baş dizane. Pirsgirêka kurd, pirsgirêka ji ber çêbûna kurdbûnê ye û rastiyek me ye."

    Bi heman mijarî:

    Di operasyonên bi ser HDP û ESPê de polîsan 39 kes desteser kirin
    HDP roja îniyê dê 'grêva birçîbûnê' bi Bozdagî re gotûbêj bike
    Li ser ekranan AKP bû yekemîn HDP jî ya dawî
    Strana ‘Bêjin Na' ku HDP bo xebatên referandûmê bikar tîne hat qedexekirin
    Etîketan:
    beşdarbûna mîtîngê, hdp, lêgerîn, nimetullah erdogmuş
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de