10:59 20 Tebax 2017
Zindî
    PKK-Qendil

    Parlementerê berê yê MHPê: Erdogan dixwaze bi PKKê re muzakereyan bide destpêkirin

    © AP Photo/
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10820

    Parlementerê berê ê MHPê Umit Ozdag di çarçoveya xebatên referandumê de axaftinek kir û got: "Serokkomar (Erdogan) dibêje 'em ê bi hemû kesên ku bo Tirkiyeyê projeyên wan hene re bimeşin, bes bila di destên wan de çek tune be.' Bi awayekî eşkere behsa rêxistina terorî PKKê dike."

    Parlementerê MHPê ê Dîlokê ê ku ji partiyê hate şandin Umit Ozdag di çarçoveya xebatê referandumê de, li bajarê Samsunê civînek li dar xist.  Ozdag axaftina Serokkomarê Tirkiyeyê Tayip Erdogan a li Amedê rexne kir û got: "Serokkomar di mijara jinûve destpêkirina muzakereyên bi PKKê re bi biryar e."

    'DI MIJARA MUZAKEREYÊN BI PKKÊ RE BI BIRYAR E'

    Ozdag di dewama axaftina xwe de wiha pê de çû:"Serokkomar (Erdogan) dibêje 'em ê bi hemû kesên ku bo Tirkiyeyê projeyên wan hene re bimeşin, bes bila di destên wan de çek tune be.' Bi awayekî eşkere behsa rêxistina terorî PKKê dike. Ev tê wê wateye ku ew di mijara destpêkirina muzakereyan bi biryar e. "

    Bi heman mijarî:

    ENKS: PKKê 200 endamên me revandine
    Sedî Pîre: Mafê PKKê tine li Herêma Kurdistanê hikûmraniyê bike
    Peykerê fermandarekî PKKê li Kobaniyê tê danîn
    Tirkiye bo mîtînga alîgirên PKKê bertek nîşanê Swîsreyê da
    ‘Ji bo pêvajoya çareserî çek berdana PKKê şert e'
    Etîketan:
    serokkomar, pkk, pêvajoya aştiyê, muzakere, umit ozdag
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de