20:17 19 Çile 2018
Zindî
    CHP

    CHP: Di referandumê de dengê ‘na' derkeve em ê pîrozbahiyê bikin

    © AP Photo/
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Wekîlê Serokê Grûba CHPê Ozgur Ozel di axaftina xwe de ragihand ku heke di referanduma guherîna Destûra Bingehîn de dengê ‘na'derkeve em ê pîrozbahiyê bikin.

    Li gorî nûçeya Kubra Par a rojnameya Haberturkê, Wekîlê Serokê Grûba CHPê Ozgur Ozel di axaftina xwe de got: "Heke di êvara 16ê Nîsanê ya guherîna Destûra Bingehîn de dengê ‘na' derkeve wê bi dahol û zirnê pîrozbahiyê bikin. Ev demeke dirêj e ku me pîrozbahiya hilbijartina nekiriye."

    ‘EV MESELEYA WELAT E'

    Ozgur Ozel di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ya rastî peyama ku em bidin muxatabên xwe divê em bêjin, em biser neketin û we jî winda nekir. Ji bo ku dengê ‘na' derkeve wê milet û demokrasi qezenç bike. Herkes di çarçoveya Destûra Bingehîn de wê wezîfeya xwe ya heyî bidomîne. Dengê ‘na' derkeve helbet wê kêfa me were, lê ez dixwazim bangî kesên ku wê dengê ‘na' bikar bînin bikim. Ev meseleyeke welat e ne meseleyeke partiyan e, divê em rêzê li hemberî biryara ku derkeve bigirin."

    Bi heman mijarî:

    Erdogan guherîna Destûra Bingehîn pesend kir
    Erdogan: Ev guherîna sîstemê ye ne ya rejîmê ye
    Tura duyemîn a guherîna Destûra Bingehîn îro destpê dike
    Guherîna Destûra Bingehîn îro li parlamentoyê destpê dike
    Kiliçdaroglu: "Ev guherîna rejimê ye ne ya sîstemê ye"
    Etîketan:
    Guherîna Destura Bingehîn, Wekîlê Serokê Grûba CHPê, Ozgur Ozel, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de