12:49 27 Gulan 2018
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan

Serokomarê tirk Erdogan: Bi hatina qeyûman Diyarbekir xweştir bû

© AP Photo / Presidential Press Service
Tirkiye
Lînkê kurt
0 23

Serokomarê Tirk Recep Tayip Erdogan di mitînga Amedê ya li ber Walitiyê de li hemberî alîgirên AK Partiyê dipeyiv e. Erdogan got bi hatina Qeymûman Rewşa Amedê guherî û xweştir bû.

Serokomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan li Amedê şaredariyên girêdayî HDPê bûn rexne kir û tayinkirina qeyûman parast. Erdogan di axaftina xwe de îdîa kir ku di dema hikûmeta wan de kurdî serbest bûye û got:"Di dema me de weşana kurdî serbest bû û dayik êdî dikarin li girtîgehan bi zarokên xwe re bi kurdî biaxifin."

Erdogan di axaftina xwe de HDPê û şaredariyên girêdayî wê rexne kirin û got:"Me li Amedê gelek xebatên aborî da meşandin. Ew alîgirê PKKê dibên aştî aştî. Ma bi gotinê aştî dibe? Me giriyê dayikên li ber şaredariyê ku zarokên wan şandin çiyê ji bîr nekiriye. Fedaiyê aştî û azadiyan em in û dê em bin. Dema darbeyan gelek neheqî li Amedê hatin kirin."

‘PKK NE NÛNERÊ KURDA YE'

Erdogan di dewama axaftina xwe de got: "PKKê ne nûnerê kurda ye. Her tiştê wan derewin. (Xîtabî HDPê kir) Dema şaredarî di destê we de bû we çi kir? Piştî tayinkirina qeyûman rewşa Amedê hat guhertin. Baxçeyên Hewselê ji nû de tê sazkirin. Em soz didin ku emê birayên xwe yên kurd ji deste wê rêxistina terorîst rizgar bikin. Êdi ew rêxistina terorîst nikare mala welatiyê me xera bike. Nikarin wîna gel dîl bigrin."

Erdogan got:"Di dema me de weşana kurdî serbest bû, dayik êdî li girtîgeha dikarin bi zarokên xwe bi kurdî bi axivin, dema hilbijartina propagandaya bi kurdî serbest bû. Em dibên yek netew tirk, kurd çerkez tev dibêjin yek netew. Îmkanên dewletê birin û dan rêxistina terorîst. Gotin 'PKK PYD YPG' li dû me ye. Ew kesên ku ev zilm li we rewa dîtin tu fêdeya wan ne gîhişt Amedê." Erdogan gotina xwe ya her dem dûbare kir û got:"Em dibên yek netew yek al yek welat.

 

Bi heman mijarî:

Li Amedê berîya hatina Erdogan û Yildirimî tedbirên giran yên ewlehiyê
Erdogan û Yildirim sibe diçin Amedê
Saziyen aboriyê yên Wanê sê tiştan ji Erdogan dixwazin
Erdogan û Tillerson li Beştepeyê hevdîtin pêk anîn
Erdogan: Me şoreşeke bê deng pêk anî
Erdogan: ‘Min Komkujiya Dêrsimê şermezar kir, lê Kiliçdaroglu nekir'
Ji parlamentera alman bo Erdogan: Terorîstek vê dibêje
Etîketan:
Serokomarê Tirk, Amedê
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de