09:06 22 Gulan 2018
    Amed beriya mitînga Erdogan

    Li Amedê berîya hatina Erdogan û Yildirimî tedbirên giran yên ewlehiyê

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 31

    Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Binalî Yildirim di çarçoveya xebatên referandûmê de îro dê li Amedê tevlî mitingê dibin. Berîya hatina Erdogan û Yildirim li nava bajêr tedbirên giran yên ewlehiyê hene.

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Binalî Yildirim di çarçoveya mîtingên referandûmê de îro dê li Amedê beşdarî mitingekê dibin. Mitînga ku dê di 16-00a de dest pê bike li ber awahîya walitiyê ye. Her wiha berîya mitingê di seatên sere sibê de li gelek deverên bajêr tedibirên ewlehiyê yên awarte hate girtin. Reyên ku diçin ber walitiyê tev bi bariyerên polisan hatin girtin û li hemû deverên nêzi qadê noqteyên polisan yê lêgerinê hat dayîn. Li gelek kolanan pankart hatin daliqandin. Li gorî salên çûyî îsal kêmbûna pankartên bi kurdî bal dikişînin.

    JI GELEK BAJARÊN CÎRAN KES HATIN AMEDÊ

    Ji bo mitingê ji gelek bajarên weke Mêrdin, Elezîz, Sêrt, Çewlik, Meletî jî aligirên AKPê bi otobosan hatin bajêr. Her wiha gelek wezîr û rêvebir û nûnerên AKPê jî berîya mitîngê xebat meşandin. Yek ji wan jî Wezirê Hawirdor û Bajarvaniyê Mehmet Ozhaseki ye. Ozhaseki berîya mitinge li navçeya Sûrê bi welatîya re axivî û li cihên dîrokî gerîya. Di serdanan de gelek tedbirên ewleyî hat girtin.

     

    Bi heman mijarî:

    Strana HDPê ya kurdî "Bêjin Na" li Amedê hat qedexekirin
    Di mitînga Amedê ya Erdoganî de rojnamevanên mixalîf ji derve de man
    Erdogan û Yildirim sibe diçin Amedê
    Qazî Muhamed û hevalên wî li Amedê hatin bîranîn
    Walitiya Amedê: Operasyona li Ferqînê li ser îxbarekî dest pê kir
    Komeleya Mafên Mirovan û Baroya Amedê: Haya me ji gundên Licê û Hênê nîn e
    Etîketan:
    Recep Tayyip Erdogan, Elezîz, Mêrdîn, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de