15:47 23 Gulan 2018
    Dayikên Şemiyê Asiye Karakoç

    Dayikên Şemiyê di hefteya 627a de jî li Galatasarayê bûn

    © Sputnik / Emîne Çelebî
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta zarokên xwe bipirsin li Galatasarayê bûn.Dayikên Şemiyê yên li Tirkiyeyê di hefteya 627an de li Meydana Galatasarayê kom bûn û careke dî li aqûbeta zarokên xwe yên wendayî pirsîn.

    Dayikên ku her hefte cih didin wendayiyekî vê hefteyê jî cih dan Mîkaîl Kirbayirê ku di salên 1990an de hatiye wendakirin. Hîlmî Yarayici birêveberê partiya opozîsyonê ya binavê CHPê jî beşdarî rûniştina vê hefteyê ya dayikan bû.

    Wek tê zanîn ji salên 1990an û vê de li Tirkiyeyê gelek wendayiyên ji ber dozên siyasî hene ku gelekên wan hêj nehatiye aşkerekirin ku bê ev wendayî li ku ne, gorên wan an jî aqûbeta wan çi bûye jê.

    Bi heman mijarî:

    Dayikên Aştiyê: Bila Havva Kiran bê berdan
    Dayikên Şemiyê: Berpirsyariya vê qirêjiyê di stuyê hikûmetê de ye
    Dayikên qurbaniyên Roboskiyê xwepêşandanek bêdeng pêk anî
    Dayikên Şemiyê: "Hûn nikarin dengê me bibirin"
    Dayikên Şemiyê: Ocalan serbest berdin!
    Derbarê seroka koma ‘Dayikên Qada Gulanê' biryara girtinê hate dayîn
    Etîketan:
    Dayiken Şemiye, Galatasaray, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de