23:31 22 Nîsan 2018
    Rex Tillerson û Mevlut Çavuşoglu

    Çavuşoglu: Cihê YPG hebe em nîn in

    © REUTERS / Ümit Bektaş
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 23

    Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu derbarê serdana hevkarê xwe yê Amerîkayê Rex Tillerson de axivî û ragihand ku ji Tilerson re gotine "Herêmên di bin kontrola YPGê de wek herêmen ewle nehesibînin" lewre ew rêxistin bi zorê niştecihên li herêmê koç kirine.

    Çavuşoglu ji Nûnera Enqereyê ya Rojnameya Hurriyetê Hande Firat re ku li Tirkiyeyê weşanê dike axivî

    ‘HERÊMÊN DI BIN KONTROLA YPGê DE WEK HERÊMÊN BIEWLE NAYÊ QEBÛLKIRIN'

    Çavuşoglu got: "Me vê yekê bibîr xist herêmên k udi bin kontrola YPGê de ne wek herêmên biewle nayên qebûlkirin. Tillerson ji min re got çima û min jî eşkere kir. Heta niha 300 hezar kurdên ji Sûriyeyê hatine Tirkiyeyê. Sedî 90ê wan ji herêmên di bin kontrola YPGê hatine. Piraniya wan bi zora YPGê koçber bûne ji bo çi, îdeolojiya wan parve nakin. Zilma YPGê qebûl nakin."

    ‘BANDOR LI TÊKILIYÊ ME XIST'

    Wezîrê tirk li ser pirsa bo we alternatîf bo Reqqayê hat pêşkeşkirin wiha bersivand:

    "Belê, niha li wir gelek endamên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) hene, em wek Tirkiyeyê bo alîkariyê hêzekê taybet dikarin bişînin herêmê, me mînaka Operasyona Mertalê Firatê da. Em bi ASAyê re dikarin biser kevin. Em vê yekê jî bi zelalî dibêjin, YPG berjewendiya wê di tiştek de tinebe, çima risk hilde. Li Reqqayê kurdek jî tine ne. Sedî 99ê wê tirkmen û ereb in. Çima şer bike, çima risk bigire, dixwazin bandora xwe zêde bikin. Eger biçin wir wekê Minbicê dê dernekevin, eger dernekevin dê demografiya wir jî biguherinin."

    ‘ÇIHÊ YPG HEBE EM TINE NIN'

    Çavuşoglu derbarê çek dayîna Amerîkayê bo YPGê de, "Amerîka dibêje me çekên giran nedane YPGê me jî ji wan re got ku di destên me de hin belge hene ku we çekên giran dane YPGê. Ji bo planên kin bi wê rêxistinê re tevnegerin.

    Amerîka dixwaze bo operasyona Reqqayê him bi me re him jî YPGê re hevkariyê bike, lê me jî teqez bo wan got cihê YPG hebe em tine nin."

    Bi heman mijarî:

    Hollywood fîlmê anarşîstên tevlî YPGê bûne, amade dike
    Erdogan: Eleqeya Rûsya û Amerîkayê bo YPGê me xemgîn dike
    Wezîrê Parastin a Tirkiyeyê derbarê îdiaya nîşaneyên YPGê de daxuyanî da
    Foreign Policy: Hevkariya DYAyê û YPGê, dê bibe sedema wendakirina Tirkiyeyê
    Cenazeyên 5 şervanên YPGê li axê hatin sipartin
    Etîketan:
    Reqqa, piştgirî, operasyon, YPG, rojnameya Hurriyetê, Rex Tillerson, Mevlut Çavuşoglu, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de