08:47 26 Gulan 2018
Wêneyê Kozmonot Yuri Gagarin li ser dîwar

Balyozxaneya Rûsî ji bo 'Roja Kozmonotan' pêşbirka twitterê çêdike

© Sputnik / Vitaliy Belousov
Tirkiye
Lînkê kurt
0 21

Balyozxaneya Rûsî ya paytexta Tirkiyê Enqereyê ji bo 12ê Nîsanê Roja Kozmonotan a Rûsî li ser twitterê pêşbirkekê çêdike.

Di daxuyaniya ku li ser rûpela medya civakî ya balyozxaneya Rûsî de hatiye belavkirin de, ev agahî hat parvekirin:

"Şopînerên me yên hêja!

Balyozê me bi minasebeta 12ê Nîsanê Roja Kozmonotan a Rûsî we vedixwîne peşbirka ser twitterê a ‘Pêşbirka Twîta herî afirîner' li ser twitterê!
Pîvanên beşdarbûnê:

1. Ger hûn ne şopînerên hesabê Twitterê @RusEmbTurkey yê balyozxaneya me bin, dest bi şopandinê bikin.
2. Twîta me ya ku pêşbirka me radigihîne rtweet bikin.
3. Derbarê #12Nisan #RusyaKozmonotGünü (Roja Kozmonotan a Rûsî) twîtan binivîsin. Li bin peyamê yan jî li bin wêne @RusEmbTurkey etîket bikin.
4. Emê encamên pêşbirkê 12ê Nîsanê li demjimêr 12.00 eşkere bikin. 3 kesên xwediyên twîtên herî baş dê ji balyozxaneya me diyariyan bistîne!

Ev pêşbirk tenê ji bo Tirkiyê ye.

Em serkeftinê ji her kesî re dixwazin!"

 

 

Bi heman mijarî:

Sekreterê NYyê li Herêma Kurdistanê ji bo mexdûrên şer bang li civaka navdewletî kir
Roskosmos dê moşekên bikaranîna pircarî çêbike
Rûsya: Gotinên Tillerson ên ‘Êrîşkariya Rûsî’ em şaşmayî hiştin
Li Stenbolê operasyoneke berfireh a asayîşê destpê kir
Ji Tillerson bo NATOyê: Xercîneyên parastinê zêde bikin
Erdogan û Yildirim sibe diçin Amedê
Civata Giştî ya Tevgera Gorran dicive
Etîketan:
Roja Kozmonotan a Rûsî, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de