18:04 22 Sibat 2018
Zindî
    Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş

    Demirtaş û Zeydan greva birçîbûnê bidawî kirin

    © AFP 2018/ STRINGER
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 51

    Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş û Parlamentarê HDPê yê Colemêrgê Abdûllah Zeydan greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Edîrneyê dabûn destpêkirin bidawî anîn.

    Demirtaş û Zeydan danê sibê 31ê Adarê ragihandibûn ku wan dest bi greva birçîbûnê kiriye, lê li demjimêrên êvarê ragihandin ku wan bi rêya diyalogê bi rêveberiya girtîgehê re li hev kiriye û dawî li greva xwa anîye.

    Navenda Giştî ya HDPê di daxuyaniya li ser dawîanîna greva Demirtaş û Zeydan de wiha got: "Greva ku li girtîgeha Edîrneyê ji 25ê Sibatê ve berdewam dikir, piştî pêwendiya bi rêveberiya girtîgehê re û teahudên li ser çareserkirina kêşeyan bi rêya dîyalogê bi encam bûye ku em bi vê kêfxweş in."

    Hêjayî bîrxistinê ye Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş û Abdullah Zeydan ku li heman qawîşa girtîgehê dimînin 31ê Adarê dest bi grevê kiribûn ku êvarê jî hat bidawîkirin.

    Bi heman mijarî:

    Ji Tillerson bo NATOyê: Xercîneyên parastinê zêde bikin
    Li Edeneyê xwepêşandan û daxuyanî hatin qedexekirin
    Erdogan û Yildirim sibe diçin Amedê
    Qazî Muhamed û hevalên wî li Amedê hatin bîranîn
    Civata Giştî ya Tevgera Gorran dicive
    Li Wanê bi pileya 3.5 erdhej çêbû
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de