22:54 25 Hezîran 2018
HDP

Di mîtînga HDPê ya li Agiriyê de rageşî: Polês ber bi hewan ve gule reşandin

© Sputnik /
Tirkiye
Lînkê kurt
0 31

Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê di mîtînga HDPê ya bo ‘NA' de rageşî ji ber sloganan derket. Li ser vê yekê polêsan gule ber bi hewan ve reşandin û girseyê belav kirin.

Şandeya ku kampayaya ‘NA' yê HDPê dimeşîne ji Îdirê derbasî Agiriyê dibû ji aliyê alîgirên partiye ve li beriya avahiya HDPê ya li ser Pira Înzîbatê hatin pêşwazîkirin. Cigirê Koma HDPê Ahmet Yildirim ji girsêyê re axivî û daxwaz kir ku di 16ê Nîsanê de dengên ‘NA' bikar bînin. Polês li ser avêtina sloganan, hişyarî dan girseyê. Di vê navberê de di navbera polês û Ahmet Yildirim de nîqaş derket. Li ser van yekan polês ber bi hewan ve gule reşandin û girseyê belav kirin.

Bi heman mijarî:

Strana ‘Bêjin Na' ku HDP bo xebatên referandûmê bikar tîne hat qedexekirin
HDP: Em biryara bilindkirina alaya Kurdistanê pîroz dikin
Baydemîr: Darbeya li dijî HDP ji aliyê hersê partiyên meclîsê ve pêk hat
HDP bi 6 zimanan dê bibêje “Na”
Bernamaya HDP û DBPê ya pirozbahiyên Newrozê aşkere bû
Etîketan:
slogan, reşandin, gule, polês, Ahmet Yildirim, Agirî, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de