06:45 19 Sibat 2018
Zindî
    Parlementerê HDPê Osman Baydemir

    Baydemir: Ne ji ber zilmê bûya dê îro ev zarok bijiyana

    © Sputnik/ Emine Çelebi
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Duh li navçeya Nisêbînê ya bajarê Mêrdînê li Taxa Abdulkadir Paşayê, cismek bi 2 zarokan de teqiya wan jiyana xwe ji dest da. Herdu zarok îro li Goristana Morisê hatin veşartin. Berdevkê HDPê Baydemir ê ku beşdarî merasîmê bû got: "Ne ji ber zilmê bûya, îro wê ev herdu zarok bijiyana."

    Hîva (3) û Fatih Guneş (5) îro bi merasîmekê hatin veşartin. Berdevkê HDPê Osman Baydemir jî beşdarî merasîmê bû û got: " Ger li vî welatî edalet hebûya, îro wê zarok nemirana. Ger li ser vê erdnîgariyê dad hebûya wê îro ev zarok zîndî bûna."

    Herdu zarok li Goristana Morisê, bi beşdarbûna malbat û gelek siyasetmedarî hatin veşartin.

    ‘ZILM KUŞTINA ZAROKÊN BÊ GUNEH IN'

    Baydemir di dewama axaftina xwe de got: "Ger hûn bipirsin bê ka şer çiye, pevçûn çiye û zile çiye? Zilm kuştina zarokên bêguneh in"

    Baydemir amaje bi vê yekê anî ku ji bo dîtina berpisrisyaran çi ji destên wan bê dê bikin û diyar kir ku yek armancek wan heye ku ew jî têkbirina zilma li ser vê axa ye. Baydemir di dirêjahiya axaftina xwe de got: "Em hêj bi ser neketin, ji ber vê yekê em ji malbatan lêborînê dixwazin. Em hatibûn Nisêbînê da ku birînan derman bikin, lê di dilê me de birînên nû vebûn."

    ‘NE JI BER ZILMÊ BÛYA DÊ ÎRO VAN ZAROKANA BIJIYANA'

    Baydemir destnîşan ki ku ger li vî welatî edalet hebûya wê îro ev zarokana bijîyana û wiha pê de çû: " Çêrên dewletan zilma wan e. Ger li ser vê erdnîgariyê zilm nebûya, îro wê ev zarok bijiyana. Em li ber xwe didin da ku zarok, pitik û dayîk jiyana xwe ji dest nedin."

    Bi heman mijarî:

    Li bajarê Îzmîrê teqîn: Kesek mir, kesek jî birîndar bû
    Li Edeneyê berî Newrozê Operasyon: 18 jê zarok 38 kes hatin binçavkirin
    500 zarok li girtîgehê bi dayîkên xwe re dijîn
    ‘Ji ber êrişa kimyewî ya DAIŞê gelek zarok birîndar bûn'
    Etîketan:
    nisêbîn, zarok, teqîn, osman baydemir
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de