14:47 25 Sibat 2018
Zindî
    Tengava Stenbolê

    Serokkomariya Tirkiyeyê: Hewldana referandûma serxwebûnê, gaveke şaş e

    © REUTERS/ Osman Orsal
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 11

    Piştî daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya pêkanîna referandûmê serxwebûnê, Berdevkê Serokkomariya Tirkiyeyê Ibrahim Kalin ragihand ku ew wiha difikirin ku ev pêngaveke şaş e.

    Kalin derbarê daxuyaniya Barzanî de wiha got: "Em di çend boneyan de bi rayedarên bir3eveberiya Herêmî ya Kurdî re li ser vê mijarê axivîn. Em wiha difikirin ku ev biryar şaş e. Jixwe di vê konjonktûrê de ku têkoşîn li dijî DAIŞê tê kirin, qet ne rast e".

    Herwiha rayedarê tirk wiha dewam kir: "Ev gavên bi xetên mezhebî û etnîkî li Iraqê tên avêtin, tenê li Iraqê namînin. Her kes dê fatûreya wê bide".

    Duh Cîgirû Şêwirmendê Payebilind ê Barzanî, Hêmin Hewramî ragihandibû ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji Sekreterê Neteweyên Yekbûyî (NY) re eşkere kiriye ku Herêma Kurdistanê dê di demek nêz de referandûma serxwebûnê pêk bîne.

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    Kalin: Biryara Almanyayê skandal e
    Kalin ji bo serdana Barzanî: Hevkariya bi Barzanî re dê ji bo her du welatan sûdewar be
    Ibrahim Kalin: Yekîneyên me ketin nava bajarê El Babê
    Kalin: Tirkiye, Rûsya û Îran dibin garantorên Sûriyê
    Ji Kalin daxuyaniya Helebê: "Em bi Rûsyayê re hevdîtinan pêk tînin"
    Kalin: "Ji bo DAIŞê qiyamet rabû, başe ku rabû"
    Kalin, ji bo Erdogan Ebadî hişyar kir
    Etîketan:
    NY, DAIŞ, Mesûd Barzanî, Ibrahim Kalin, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de