22:19 20 Hezîran 2018
Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş

Demirtaş: Daxwaza me ne şexsî ye

© AP Photo /
Tirkiye
Lînkê kurt
0 11

Selahattin Demirtaş di derbarê gireva birçîbûnê de peyamek şand û di peyama xwe de got, "Em dixwazin balê bikişînin ser kiryarên kêfî, dûrî mirovahiyê û li dijî hiqûqê yên li girtîgehên Tirkiyeyê."

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş, ji Girtîgeha Tîpa F ya Edirneyê ya ku lê girtî ye, bi rêya parêzerên xwe peyamek şand.

Demirtaş di peyama xwe de diyar kir ku tu daxwazeke wan a şexsî tune ye û ev tişt gotin, "Em dixwazin balê bikişînin ser kiryarên kêfî, dûrî mirovahiyê û li dijî hiqûqê yên li girtîgehên Tirkiyeyê. Ji ber van pirsgirêkan, ev zêdetirî 40 rojan e li gelek girtîgehan gireva birçîbûnê heye."

Demirtaş parast ku berpirsyarê vî tiştî Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê û wisa berdewam kir, "Wezareta Dadê ji vê rewşê berpirsyar e, nabe ku li pêşberî van meseleyên cidî bi vî awayî bi xemsarî tevbigere. Ne pêkan e ku em vê nêzîkatiya xemsar qebûl bikin. Weke parlamenteran ti daxwazeke me ya şexsî tune ye. Em ji bo ku balê bikişînin ser girevên birçîbûnê û pirsgirêkên li girtîgehan, ji bo berpirsyariya Wezareta Dadê bînin bîra wê û ji bo pêkanînên kêfî yên Midurê Girtîgeha Edirneyê şermezar bikin, ketine gireva birçîbûnê."

Bi heman mijarî:

Kampanyaya diyariya strana ya di navbera Demirtaş û hezkiriyên wî de berfireh dibe
Demirtaş û Tuncel bo rewşa Ocalan bê başkirin dest bi greva birçûbûnê dikin
Doza Demirtaş ji Amedê bo Enqereyê hat veguhestin
Wêneyê pêgermoka Demirtaş û Zeydan hat parvekirin
Parlementerê CHPê Tanrikulu, çû serdana Demirtaş
Parlamenterê berê Kaplan çû serdana Selahattin Demirtaş
Etîketan:
gireva birçîbunê, peyam, Hevserokê Giştî yê HDPê, Selahattin Demirtaş, Edirne, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de