14:34 19 Sibat 2018
Zindî
    Sirri Sureyya Onder

    Parlementerê HDPê Onder: Em ê roja duşemê bi Bozdagî re bicivin

    © AFP 2018/ ADEM ALTAN
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 42

    Parlementerê HDPê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onderî diyar kir ku ew û Pervin Buldan dê roja duşemê bi Wezîrê Dadê Bekir Bozdagî re bicivin.

    Parlementerê HDPê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder li ser televizyona Fox Tv ya tirkî axivî.

    Onderî diyar kir ku hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş jî li wan temaşe dike û wiha got: "Birêzê hevserokê me Selahattin Demirtaş jî li me temaşe dike. Ez silavan jê re dişînim. Wezîrê dadweriyê bersiva daxwazên me yên biisrar da. Roja duşemê ez û Pervin Buldan dê pê re bicivin."

    Herwiha parlementerê HDPê bi bîr anî ku destûrê bo wan nayê dayîn ku serdana hevserokên xwe bikin.

    "MIN BÊTIRÎ SED CIVÎNÎ BI PKKÊ RE PÊK ANÎN"

    Onder ji rakirina parêzbendiyan û têkiliya parlementerên HDPê bi PKKê re wiha got: "Hevserok û parlementerên vê partiyê girtî ne. Di pêvajoya rakirina parêzbendiya wan de, dinyayeke tohmet li wan hatin kirin. Hevkariya bi terorê re, barkirina çekan…Yek îdîaname jî derbarê çalakiya çekdar û têkilîdarî tundûtûjiyê tine.(Li ser pirsyara bê têkiliya wan bi PKKê re heye yan na?) Tine. Têkiliya herî mezin a PKKê re, ya min e. Min bêtirî 100 civînî pêk anîn."

     

    Bi heman mijarî:

    Parlamentera HDPê Yigitalp ji Wezirê Navxweyî kuştina Kurkut pirsî
    Dadgehê 4 sal zindan li Parlmentera HDPê Nursel Aydogan birî
    Ji bo parlamanterê HDPê biryara anîna bi zorê
    Li Meraşê 4 rêveberên HDPê hatin girtin
    Parlamenterên HDPê Ozturk û Adiyaman hatin desteserkirin
    Parlamenterê HDPê Adem Geverî serbest hat berdan
    Dadgeha Bilind a tirk endamtiya Yuksekdagê ya HDPê betal kir
    Etîketan:
    Selahattin Demirtaş, sirri sureyya onder, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de