12:13 20 Hezîran 2018
Malên Gel ên Şaredariya Çankayayê

Malên Çankayayê mahzuvaniya rûsên ku li Tirkiyeyê bi cih bûne dikin

© Foto : Çankaya Belediyesi
Tirkiye
Lînkê kurt
0 50

Malên Şaredariya Çankayayê ku ji hobiyan hetanî meslek wergirtinê û ji sporê hetanî civakîbûnê di gelek beşan de xizmetan dike mahzuvaniya rûsên ku li Tirkiyeyê bûne dike.

Li gorî agahiyên Şaredariya Çankayayê, Malên Çankayayê mahzuvaniya rûsên ku zewicîne û li Tirkiyeyê bi cih bûne jî dike. Olga Kadenikova, Natalia Emelanova, Natalia Volodina û Natasia Bala Bayraktar ji çend welatiyên rûsî ku li Malên Çankayayê tevlî dersan dibin in.

Herwiha Şaredariya Çankayayê dersên wênegiriyê jî dide hemwelatiyên rûsî, ji xeyrî vê qursên wênesazî jî tên dayîn û rûsî tevlî dersan dibin.

‘EM LI ENQEREYÊ DIGERIN'

Olga Kadenikova ku tevlî dersên wênesaziyê dibe got: "Min li welatê xwe perwerdeya stîlîstîkê wergirt. Dersên ku ez li vir werdigirim hem perspektîfa min a motîfan diguherîne û bi pêş dixe û hem jî zimanê tirkî fêr dibim."

  • Rûsên ku li Çankayayê perwerdeya wênegiriyê dibînin
    Rûsên ku li Çankayayê perwerdeya wênegiriyê dibînin
    © Foto : Çankaya Belediyesi
  • Qursên wênesazî yên Malên Çankayayê
    Qursên wênesazî yên Malên Çankayayê
    © Foto : Çankaya Belediyesi
  • Şaredariya Çankayayê perwerdeya wênegiriyê dide.
    Şaredariya Çankayayê perwerdeya wênegiriyê dide.
    © Foto : Çankaya Belediyesi
1 / 3
© Foto : Çankaya Belediyesi
Rûsên ku li Çankayayê perwerdeya wênegiriyê dibînin

‘EM JI BO FÊDEYA GELEMPERÎ DIXEBITIN'

Şaredarê Çankayayê Alper Taşdelen jî di aaxaftina xwe de ragihand ku nêrîna me ya şaredariyê ji bo fêdeya gelemperiye û got: "Dema em li taxekê Mala Çankayayê vedikin em hemû pêwistiyê kesên li wir ji çav derbas dikin. Niha em bi 22 Malên Çankayayê ked û xizmeta çand û civakî li niştecihên taxan dikin. Hetanî demeke nêzîk li taxa Bilkent Universiteler, Oran, İşçi Bloklari û li taxa Esatê Malên Çankayayê yên nû vedikin."

Bi heman mijarî:

‘Hejmara Turîstên New Yorkê wê di rûyê Trump de kêm bibe'
Di meha rebendanê de turîstên rûsî ku serdana Tirkiyeyê kirin ji sedî 81 zêde bû
Hejmara turîstên biyanî ku serdana Stenbolê kirin kete binê 16 salên dawî
Hejmara turîstên rûsî ji sedî 77 kêm bû
Ji turîstên rûsî daxwaza hatina Tirkiyeyê
Etîketan:
Malên Gel ên Şaredariya Çankayayê, Şaredarê Çankayayê, Natalia Volodina, Natalia Emelanova, Olga Kadenikova, Alper Taşdelen, Enqere, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de