00:02 22 Sibat 2018
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    Saziyen aboriyê yên Wanê sê tiştan ji Erdogan dixwazin

    © Sputnik/ Sergey Guneev
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 20

    Serokomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan sibe diçe Wanê. Berî serdana Erdogan. Saziyen aborî ji bo pêşkêşkirina aboriya bajarê Wanê civînek dar xistin.

    Odeya bazirganî û pîşesaziya Wanê, borseya bazîrganiyan a Wanê, Yekîtiya Odeyên Senetkar û Bazirganên Wanê, Odeya Şêwirmendên Aborî, WAN IŞGEM(Navenda Bipêşxistina Karî ya Wanê), Odeya Çandiniyê ya Wane, Karsazên Ciwan ên Wanê, Odeya Şofor û Otomobîlan a Wanê, Komela Pîşesazî û Karsazên Wanê, Wan TUMSIAD, WAN MUSIAD, WAN TEKNOKENT A.Ş û Komela Perakêndevanyên beşdarî civînê bûn.

    Konseya Aborîyê ya Wanê pîştî hevdîtinê daxuyaniyek da çapameneniyê. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên bajar, ew hatine cem hev û ew ê pêşkêşkirinekê ji bo Serokomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan û Serokwezir Binali Yildirim re pêk bînin.

    BILA BACA ABORIYÊ BÊ RAKIRIN

    Konseya Aboriyê ya Wanê dan zanîn, ji bona pêşketina aboriya bajarê Wanê 3 daxwazên wan hene. Yekemîn daxwaza wan, ew e ku erdheja 2011an a bajarê Wanê bûye sedema rewşa zorker lewra pêwîst e, baca aborîya bajarî bê rakirin.

    Daxwaza konseyê ya dûyem jî ew e ku rêyên çûnûhatinê gelekî giring in ji bo bazirganiya derve, Pêwist ê rêya Tirkiye û Îranê were çêkirin. Herwiha ferîbotên Wan- Tatwanê jî kêm in. Divê xeta trenê ji were werexurtkirin. Daxwaza dawiyê jî ew bû ku Gola Wanê ji aliyê ekolojiyê ve were parastin.
    Li gorî agahiyên dawî yên hatine bidestxistin Erdoganî ji ber problema di dengê xwe de dê beşdarî mitînga Wan û Erzromê nebe.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Wanê operasyon: 13 kes hatin desteserkirin
    Li Wanê jinek kete tenurê û mir
    Li Wanê Roja Jinê hate pîrozkirin
    Li Wanê ciwanekî xwe ji qatê 7an avêt
    Li Wanê mamosteyek dibistanê bi tawana êrîşa cinsî hat girtin
    Gola Arçakê ya Wanê ji ber sermayê qeşa girt
    Etîketan:
    Odeya bazirganî û pîşesaziya Wanê, Recep Tayyip Erdogan, Wan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de