02:24 26 Sibat 2018
Zindî
    Polês, serdegirtin, binçavkirin

    Li 18 bajaran operasyon: Biryara binçavkirina 98 kesî hat dayîn

    © REUTERS/ / Sertac Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê di çarçoveya lêpirsîna dezgehên perwerdehî yên FETOyê de biryara binçavkirina 98 kesî deranî. Li 18 bajaran operasyonên hemdemî tên lidarxistin.

    Li gorî zanyariyên berdest, dozgerê Buroya Lêpirsîna Sûcên li Dijî Pergala Destûra Bingehîn ê Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê Ender Coşkun di çarçoveya lêpirsîna dezgehên perwerdehî yên FETOyê de ku bernameya ByLockê bikaranîne li 18 bajaran operasyona binçavkirinê da destpêkirin.

    Dozgerî li van dezgehên FETO yên perwerdehiyê ku midûrê giştî, cîgirê midûrê giştî, midûr, cîgirê midûr û avakarê saziyan jî di nav de û li gorî raporta MASAKê bernameya ByLockê bikar anîbûn biryara binçavkirinê deranî. Derheqê 98 kesî de li 18 operasyona hemdemîtê lidarxistin.

    Gumanbarên ku derheqê wan de biryara binçavkirinê hatiye dayîn bi endambûna FETO, peydekirina mirovan û bi fînansmanê têne sûcdarkirin.

    Bi heman mijarî:

    Li 17 bajaran operasyona FETO: Gelek kes hatin binçavkirin
    Pisporê rûsî: "Wezîfeya Aliyeva ya nû bi FETO re eleqedar e"
    Amerîka, 60 milyon dolar bexş daye dibistanên FETO yên New Jerseyê
    Li Kayseriyê 13 akademîsyen ji doza FETO hatin girtin
    ‘Odeya pembe' li endamên FETO hate qedexekirin
    Etîketan:
    Bernameya ByLockê, FETO, Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê, dozgerê Buroya Lêpirsîna Sûcên li Dijî Pergala Destûra Bingehîn, Ender Coşkun, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de