21:01 21 Hezîran 2018
Fethullah Gulen

'Adil Oksuz li balyozxaneyekê xwe vedişêre'

© AP Photo / Selahattin Sevi
Tirkiye
Lînkê kurt
0 21

Parlamenterê AKPê yê Manîsayê Selçuk Ozdag ji bo îmamê FETO yê firarî Adil Oksuz ragiahnd ku bi texmîna min xwe li balyozxaneyekê vedişêre.

Parlamenterê AKPê yê Manîsayê û Wekîlê Serokê Komîsyona Lêkolînên Hewldana Derbeya 15ê Tîrmehê Selçuk Ozdag ji bo îmamê FETO yê firarî Adil Oksuz ku piştî hewldana derbeya leşkerî bi 6 rojan Konsolxaneya Amerîka ya li Stenbolê bi telefonê lê geriya îdîayeke balkêş got.
Ozdag di axaftina xwe de got: "Bi texmîna min Adil Oksuz li balyozxaneyekê xwe vedişêre"

Li gorî nûçeya Hulya Karabagliya T24ê, Parlamenterê AKPê Ozdag bal kişand ser telefona Adil Oksuz ku ji terefê Konsolxaneya Amerîkayê ve hat gerîn û got: "Ma sepaneke wisa heye, balyozxane li herkesî digere û agahiyan dide gelo? Hûn radijin pasaporta xwe û diçin balafirxaneyê, lê ji wir stûxwar vedigerin."

Bi heman mijarî:

Bozdag: Adil Oksuz li Tirkiyeyê ji terefê hinek kesan ve tê veşartin
Îdîaya ku ‘Adil Oksuz reviyaye Amerîkayê'
Adil Oksuz dema di bin çavan de bi telefonê axiviye
Huseyin Gulerce: "Adil Oksuz derbe kordîne kir"
Gurcistan derbarê îdiayên ku Zekeriya Oz û Adil Oksuz li Batumê ne daxuyanî da
Etîketan:
îmamê FETO yê firarî, Parlamenterê AKPê yê Manîsayê, Selçuk Ozdag, Adil Oksuz, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de