06:23 24 Çile 2018
Zindî
    Parlamentoya Tirkiyeyê

    HDPê ji bo girêvên birçîbûnê serî li Parlamentoya Tirkiyeyê û Wezareta Dadê da

    © REUTERS/ Umit Bektas
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Parlamenterên HDPê diyar kirin ku girêvên birçîbûnê yên ku di 15ê Sibata 2017an de bi awayekî bêdem dest pê kirin, ketiye pêvajoyeke metirsîdar û serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê û Komisyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Parlamentoya Tirkiyeyê dan. HDPyiyan xwestin ku pêvajo tavilê were lêkolînkirin û gavên pêwît werin avêtin.

    59 parlamenterên HDPê ji bo Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê û Komiyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Parlamentoya Tirkiyeyê du serîlêdanên cuda kirin. Di serîlêdanên ji bo Wezareta Dadê de hat bibîrxistin ku di girtîgehên Tirkiyeyê de ji 15ê Sibatê û vir ve girêvên birçîbûnê yên bêdem dest pê kirine.

    ‘GIRÊVA BIRÇÎBÛNÊ GIHÎŞTIYE ASTEKE METIRSÎDAR'

    Di daxuyaniyê de ev tişt hatin destnîşankirin: "Li gorî nûçeyên çapemeniyê di serî de Girtîgeha Şakranê ya li Izmirê, girêvên birçîbûnê yên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sincanê, Girtîgeha Tîpa F ya Edirneyê, Girtîgeha T1ê ya Tekirdagê û Girtîgeha Tîpa T ya Wanê gihîştiye asteke metirsîdar.

    SERÎ LI WEZARETA DADÊ Û KOMISYONA LÊKOLÎNÊ YA MAFÊN MIROVAN A TIRKIYEYÊ DAN

    "Ji ber ku ketina parlamenterên HDPê ya ji bo girtîgehan hatine astengkirin, bi îhtimaleke mezin dibe ku gelek girtiyan dest bi girêva birçîbûnê kiribin. Ev rewş ji aliyê me û rayagiştî ve dibe sedema endîşeyê ku dibe ji ber neparastina mafê jiyanê em agahiyên mirinê bigirin. Em daxwaz dikin ku bila wezareta we di derbarê girêvên birçîbûnê de dest bi lêkolîna pêvajoyê bike û bi rêya hevdîtinên rêveberên girtîgehan daxwazên mafdar û rewa yên girtiyan bi cih bînin û ji bo kes zêdetir rastî zirarê nebin, gavên pêwîst werin avêtin."

    Parlamenterên HDPyî serî li Komiyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Parlamentoya Tirkiyeyê jî dan û di serlêdana xwe de daxwaz ji komisyonê kirin ku di derbarê mijarê de lêkolînê bike û tavilê bi endamên Komiyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan re di derbarê girtîgehan de civîn li dar bixe.

     

    Bi heman mijarî:

    HDP: Em biryara bilindkirina alaya Kurdistanê pîroz dikin
    Baydemîr: Darbeya li dijî HDP ji aliyê hersê partiyên meclîsê ve pêk hat
    Bernamaya HDP û DBPê ya pirozbahiyên Newrozê aşkere bû
    HDP, Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirk gilî kir
    HDP: Ji bo dahatuyeke hevpar û wekhevî dengê xwe bidin 'Na'yê
    Etîketan:
    serlêdan, girêvên birçîbûnê, Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê, Parlamentoya Tirkiyeyê, HDP, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de