11:11 23 Çile 2018
Zindî
    Rex Tillerson û Mevlut Çavuşoglu

    Bersiva Tillerson bo YPG: "Ev biryar û tercihên zehmet in"

    © REUTERS/ Ümit Bektaş
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 54

    Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson di mijara alîkariya YPGê ya li Sûriyeyê tevî dijderketina Tirkiyeyê yên Washingtonê dewam dike de got "Ev biryar û tercihên zehmet in."

    Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson civîna çapameniyê bi hevkarê xwe yê tirk Mevlut Çavuşoglu re di çerçoveya serdana xwe ya fermî yê li Tirkiye yê de, derbarê nêrîna Washington û Enqereyê ya di mijara YPGê de axivî.

    Li ser pirsa rojnamevanekî, "Çavuşoglu dibêje di navbera PKK û YPGê de tu cudahî tine ne. Nêrînên cuda yên li ser mijarê dê çawa were çareserkirin, wiha bersivand:

    ‘NÎQAŞÊN BI TIRKIYEYÊ RE DÊ DEWAM BIKIN'

    "Ez di mijara têkoşîna li dijî DAIŞê de vê yekê dubare dikim, bila herkes bawer bike ku Tirkiye û Amerîka teahûddên xwe dê bicih bînin. Ji xwe armanca koalîsyonê jî ev e. Li kîjan deverê cihanê terorîzm derkeve holê dê koalisyon li hemberî wê be. Bila şika tu kesî ji vê yekê tine be. Ji bo ku em bigihîjin encamek wiha divê em bi hevkarên xwe re bikarin bên bal hev û divê mijarê de em bikarin biryar bigirin. Ji ber vê yekê nîqaşên di mijara çalakiyên leşkerî yên endamên koalîsyonê jî dewam dikin û dê dewam jî bikin. Îro jî nîqaşên me dewam kirin. Çi bijardek, opsiyon hene li beriya me me van nîqaş kirin. Ez bi zelalî dibêjim ev yek biyar û tercihên zehmet in, ez dizanim. Ez dawî dikarim vê yekê bibêjim hevkariya koalîsyonê ya Tirkiye û Amerîkayê dewam dike."

    Bi heman mijarî:

    Fermandarê YPGê: Em ê sûdê ji nimûneya Herêma Kurdistanê bigirin
    Rêdûr Xelîl vîdeoya nexşeya axa di destê YPGê de parve kir
    Brîtanya: Dijberiya Tirkiye û YPGê ne li gorî berjewendiyên me ye
    Hollywood fîlmê anarşîstên tevlî YPGê bûne, amade dike
    Erdogan: Eleqeya Rûsya û Amerîkayê bo YPGê me xemgîn dike
    Foreign Policy: Hevkariya DYAyê û YPGê, dê bibe sedema wendakirina Tirkiyeyê
    Cenazeyên 5 şervanên YPGê li axê hatin sipartin
    Etîketan:
    nêrîn, biryar, piştgirî, hevkarî, YPG, Rex Tillerson, Mevlut Çavuşoglu, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de