12:36 27 Gulan 2018
PKK-Qendil

Li Wanê pevçûn: 2 PKKyî jiyana xwe ji dest dan

© AP Photo /
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Di navbera polêsan û PKKiyên ku amadekariya êrişê li navçeya Erdîşê ya Wanê dikirin de şer derket. Hate ragihandin ku di encama şer 2 endamên PKKê jiyana xwe ji dest dan.

Li navçeya Erdîşê ya Wanê di navbera endamên PKKê û polêsên tirk de şer derket. Li gorî agahiyan 2 endamên PKKê jiyana xwe ji dest dane.

Walîtiya Wanê derbarê şerê li navçeya Erdîşê de daxuyanî da û eşkere kir ku şeva 30.03.2017an di saet 00:30an de li ser giliyekê polêsan bi ser malekê ku endamên PKKê amadekariya êrişê dikirin de girtine û di navbera wan û polêsan de şer derketiye, di encamê de jî 2 PKKî hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniya Walitiya derbarê bûyerê de 5 kes hatine desteserkirin û di lêgerînan li mal de jî 3 bombeyên destan, keleşkovek, tivîngek, 2 demançe û gelek cebilxane hatine bidestxistin.

Bi heman mijarî:

Peykerê fermandarekî PKKê li Kobaniyê tê danîn
Tirkiye bo mîtînga alîgirên PKKê bertek nîşanê Swîsreyê da
Di navbera PKKê û artêşa tirk de li Colemêrgê şer derket
Li Licê pevçûn: 3 endamên PKKê û 2 leşkerên tirk jiyana xwe ji dest dan
Di navbera PKKê û leşkerên tirk de şer: Leşkerek hat kuştin
Etîketan:
şer, polês, daxuyanî, PKK, Walîtiya Wanê, Wan, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de